3 endamên Meclisa Ciwanên BDP’a Rihayê hatin girtin

3 endamên Meclisa Ciwanên BDP’a Rihayê hatin girtin

3 endamên Meclisa Ciwanên BDP’a Rihayê yên hatine binçav kirin hatin girtin.

Endamên Meclisa Ciwanên BDP’a Rihê ku roja pêştir li Rihayê Hikmet Yaygin û Leşker Akman yên endmê PM a BDP’ê û Endamê Meclisa Ciwanên Navendê Kutbettin Saltan piştî lêpirsîna li Mûdûryeta Emniyeta Rihayê birin Amedê.

3 ciwanên ku ji aliyê dozgeriya bi erka madeya 10. a TMK’ê li Edliya Amedê îfadê wan hatin girtin bi îdiaya “endamên YDG-H û KCK’ê” û “eleman tevlî rêxistinê kirine” bi biryara girtina wan hatin sewqî girtîgeha hişedariyê. 3 ciwanên BDP’î ku ji aliyê mehkemeyê ve îfadeyên wan hatin girtin şûnde hatin giritin û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.