27'ê Mijdarê li qadên gerîla hat pîrozkirin
27'ê Mijdarê li qadên gerîla hat pîrozkirin
27'ê Mijdarê li qadên gerîla hat pîrozkirin
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya bi sedan gerîlayan, 35. salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin.
Pîrozbahiyên 35. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Merasîm bi beşdariya endamên Desteya Serokatiyê ya KCK'ê Sozdar Avesta, Zaxo Zagros û endamên Fermandariya HPG'ê Rizgar Êrsî, Hêzil Ozgur û Cûma Cûdî pêk hat.
'PKK'Ê DÎROKA KURDAN Û GELÊN ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE AVA KIR'
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Avesta axaftina vekirinê kir û 35. salvegera damezrandina PKK'ê, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Hakkî Karer heta Sakîne Cansiz li tevahiya cangoriyên Kurdistanê, dayik û gelê Kurd pîroz kir.
Avesta di axaftina xwe de destnîşan kir ku vejîna PKK'ê vejîna gelê Kurd e û got, “Bi rêbertiya Rêber APO polîtîkayên li hemberî Kurdan ên îmha u înkarê vala derketine. PKK di demeke wusa de derket ku Kurd di dîrokê de ber bi tinebûnê ve diçû. PKK’ê bi vejîna xwe re ji nû ve ruh da Kurdan. Dîroka Kurdan, her wiha dîroka gelên Rojhilata Navîn ji nû ve ava kir.”
Li dû merasîmê, endama Desteya Serokatiyê ya KCK'ê Zaxo Zagros piştre li ser wateya rojê civînek lidar xist. Zagros bi bîranîna cangoriyên Kurdistanê dest bi axaftina xwe de kir û destketiyên têkoşîna 35 salan a PKK'ê vegot.
Zaxo Zagros wiha axivî: " “PKK’ê Kurd ji xewa giran şiyar kir û ji ber wê ye ku ji civaka Kurd re tê wateya vejînê. PKK li hemberî pergala ku zayendperestî, koletî û kevneşopiyan ava dike û pê re civakê dikuje, felsefe u çandeke civakê ya nû ava kir. Îro gelê Kurd ji parastina cewherî bigire heta fikir û raman, gihîştiye asteke pir bilind. Destketiyên şoreşa Rojava mînaka herî ber biçav e. Şoreşa Rojava xweseriya xwe ragihand, ev jî dide nîşandan ku gelê me bi baweriya ku PKK’ê ava kiriye, hêz girtiye û komployên ku li hember Kurdan têne meşandin bi sekna xwe vala derxistiye."
Zagros di berdewama axaftina xwe de bal kişande ser konseptên li dijî Kurdan tê meşandin û got: “AKP polîtîkayên xwe yên bişaftina Kurdan berdawam dike û dixwaze Kurdên xwe ava bike. Nenaskirina rêveberiya demî ya li Rojava û hin kesên ku dixwazin vê şoreşê bikin amûrên siyaseta xwe ya qirêj, vê rastiyê bi aşkerayî derdixîne holê."
Zagros di berdewama axaftina xwe de li ser jiyaneke hevpar ku jina kurd pêşengtiya wê dike rawestiya û got: “PKK’ê di her qadên civakê de çandeke wekheviyê belav kiriye. Bi avakirina şoreşa jinê re bû modela nasnameya azad û ji hemû cihanê re bû perspektîf.
Civîna endama Desteya Serokatiyê ya KCK’ê Zaxo Zagros bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe!” bi encam bû. Pîrozbahî bi skêç, koro, stranên koma Rojiyar û bi gerandina govendê bi coşeke mezin bi dawî bû.