2 YPG'yî jiyana xwe ji dest dan, 15 Kurd hatin revandin
2 YPG'yî jiyana xwe ji dest dan, 15 Kurd hatin revandin
2 YPG'yî jiyana xwe ji dest dan, 15 Kurd hatin revandin
Şervanên YPG’ê Demhat Nêrgiz û Hewar Zagros di pevçûnên li gundên derdora Til Temir de jiyana xwe jidest dan.
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku 2 şervanên wan di pevçûnên li gundên derdora Til Temirê de jiyan xwe jidest dan e.
Navenda çapemeniya YPG’ê da zanîn ku şervanekî wan di pevçûnên duh êvarê de jiyana xwe jidest daye û yek jî di pevçûnên îro serê sibehê de jiyana xwe jidest daye.
Nasnameya her du şervanên YPG’ê wiha ye:
Silêman Şêx Mihemed bi nasnav Hewar Zagors û li bajarê Efrînê jidayik bûye.
Demhat Nêrgiz li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye.
Di vê navberê de komeke çekdar bi navê Tabûra Farûq Cund El-Îslam yê girêdayî Artêşa Azad 15 welatiyên Kurd girtin.
Koma çekdar a bi navê Tabûra Farûq Cund El-Îslam yê girêdayî Artêşa Azad 15 welatiyên Kurd bê sebeb li ser rêya Tirkiyê li gundên Idlibê nêzî deriyê sînor ê Bab El-Hewa dema ku ji Tirkiyê vedigeriyan malên xwe girtin.
Zeyneb Omer ku yek ji rêwiyan bû di der barê bûyerê de wiha got: “Dema ku em ji Tirkiyê di deriyê sînor ê Bab El-Hewa re vedigeriyan malên xwe û li gundekî girêdayî bajarê Idlibê li ser rêya bajarê Efrînê komeke çekdar bi navê Tabûra Farûq Cund El-Îslam derket pêşiya me û serê çekê xistin serê me û 15 xortên bi me re girtin û tenê em jin şandin Efrînê.”