‘16 gêrîlayên HPG'ê bi poşet ve hatin definkirin’

‘16 gêrîlayên HPG'ê bi poşet ve hatin definkirin’

Li Goristana Şaredariya Kanîreşê gora 16 gêrîlayên PKK'ê yên di sala 2003'an de hatibûn definkirin û 5 kes mabûn hat dîtin. Welatiyekî ku di 20'ê Adarê de dema ji bo gorekê bikole erd kola, rastî cenazeyên 5 gêrîlayên PKK'ê yên di sala 2003'an de hatibûn definkirin hat.

Li gorî nûçeya Edîp Kaynar ya di ajansa nûçeyên Dîcle (DÎHA) de hatî weşandin, li Goristana Şaredariya Kanîreşê ya Çewlikê welatiyê ku di 20'ê Adarê de gora welatiyekî dikola rasti cenazeyên gêrîlayên PKK'ê ên di poşet de hatibûn definkirin hat. Hat zanîn ku, cenazyên gêrîlayên PKK'ê di sala 2003'an de piştî şerê li herêmê deket aydî 16 gêrîlayên PKK'ê ne. Şahid ji DÎHA re axivîn. Şahid û di heman demê de Nûnerê MEYA-DER'ê yê Kanîreşê Alper Aksoy diyar kir ku, di 19'ê mijdara 2003'an de li Xizilagaçê şer derket û di şer de 16 gêrîlayan jiyana xwe ji dest dabûn.

Aksoy anî ziman ku, cenazeyên gêrîlayên PKK'ê li dervê gorê bi komî definkirin û wiha got: "Hin malbatan cezayên zarokên xwe girtin. Wê demê cenazyên 5 gerîlla nehatibûn dîtin. Ew hêj li herêmê ne. Ji sala 2003'an heta niha goristana şaredariyê fireh bû û ev gora komî ya gerîllayan ket nava sînorê goristanê. Cenazeyên 5 gêrîla ku em texmîn dikin ji bakûr û rojhilat in li vir mabûn. Dema me cenazeyên din girtin di nava poşetan de bû. Li cem xwedê şehîd in."

BI TORBE VE DEFIN KIRIN

Şahidê bûyerê Selahattîn Baran jî diyar kir ku, di sala 2003'an de di şer de cenazeyên gêrîlayên HPG'ê li navçeya Kanîreşê ya ya Çewlîkê definkirin. Baran anî ziman ku, ji cenazeyan yek jê ji Çewlikê bû û malbata wî ew girtin. Baran da zanîn ku, ji ber şaredariyê cenaze qebûl nekirin, leşkeran bêyî ku cilên wan ji wan derxin, bi poşet ve li bin goristana Şaredariya Kanîreşê bi komî definkirin. Baran destnîşan kir ku, di 26'ê Mijdara 2003'an de cenazeyekî din anîn û li tenişta yên din hat definkirin û wiha got: "Wê demê min newêra tevlî bûyerê bibim. Min û serokê Rêxistina partiyê yê wê demê hin cenaze derxistin û me dan malbatên wan. Bi qasî ez dizanim niha 5 cenaze li wir mane. Niha dema welatî gor kola û cenaze derketin hêj wekî xwe bûn. tiştek bi cenazyan nehatibûn. Li gel ku 10 sal di ser de derbaz bû hêj porê wan jî neweşiya bû. Piştî otopsî hat kirin û wecîbeyên olî hatin kirin dîsa ev rewşa wan bala her kesî kişand. 10 sal derbaz bûn, lê hêj cenaze saxlem bûn. Ev di qada xweda de şehîdin."

‘GÊRÎLAYÊ HPG'Ê YÊ BIRÎNDAR HAT ÎNFAZKIRIN'

Şahidê bûyerê Ferit Karabag jî anî ziman ku, piştî şer çend roj şûnde 15 cenaze anîn Kanîreşê û li jêra gora Şaredariyê defin kirin. Şahid Karabag da zanîn ku, piştî bûyerê 3 roj şûnde cezayekekî din anîn û ew jî li tenişta wan definkirin û wiha got: "Gel wê demê diyar kir ku, gerîllayê piştre cenazeyê wî anîn berê birîndar girtin û piştre înfaz kirine. Dozgerê Komarê yê Kanîreşê cenaze şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û piştî otopsiya wan kir û şûnde dîsa anîn li Gora Şaredariya Kanîreşê definkirin."