14 hezar kes beşdarî ‘Meşa Rûmetê’ ya li Goteborgê bûn
Festîvala West Prîde ya di 10’ê Hezîranê de li bajarê Goteborg a Swêdê destpê kir bi ‘Meşa rûmetê’ ya 14 hezar kes beşdar bûn û 30 hezar kesî temaşe kir, bi dawî bû.

Di dema Festîvala West Prîde ya 6. Ku li bajarê Goteborg pêk hat, nêzî 250 alên Gokkuşagi hatin daliqandin û nêzî 250 bernameyên panel, konferans, pêşangeh û fîlm pêk hatin.
Beşeke bernameyan li Parka Gokkuşagi pêk hat û bi taybet jî hinek li avahiyên şaredariyan, şanoyên dewlet û sînemayan pêk hatin.
Di nav de rêxstina efûya navneteweyî, dêrên Swêdê, karker, memûr û rêxistinên ciwanan jî hebûn nêzî 50 rêxistinî li Parka Gokkuşagi stand vekirin.
PIRSGIRÊKÊN LGBTI’YÊN EXTIYAR HATIN NÎQAŞKIRIN
Di bernameyê de pirsgirêkên LGBTÎ yên bajarê Goteborgê hatin nîqaşkirin. Yek ji bernameyên herî qerebalix panela ku pisgirêka LGBTÎ’yên extiyar hat nîqaşkirin bû.
Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku li bajar hewcedariya LGBTÎ’yan bi xaniyekî heye û hat pêşniyarkirin ku mijar ji aliyê Meclîsa Giştî û Şaredariyê ve bê nirxandin.
LI DIJÎ ÊRÎŞAN HEVKARÎ
Rêxistina bi navê Ciwanên li Dij Nîjadperestiyê jî konferansek têkildarî polîtîkayên li hemberî penaberan û hevzayendan pêk anîn. Di axaftinên hatin kirin de biryar hat girtin ku li dijî êrîşên li hemberî LGBTÎ’yan divê hevkarî bê kirin.
Federasyona memûran a bi navê Vîsîon jî ku xebatkên tenduristî û şaredariyê rêxistin dike, jî di nava organîzatorên ku festîval rêxistin kiribû de bû. Rayedarê Federasyonê Markus Gustavsson şaredariyê di saetên xebatê de destûra beşdarbûna xebatkaran a çalakiyan daye û got ev tiştekî gelek baş e.
Mîhrîcana 5 rojan berdewam kir, roja Yekşemê bi meşeke ku 14 hezar kes beşdar bûn û 30 hezar kesî temaşe kir, bi dawî bû.