10 sal in li çiyê doktorê diranan e

10 sal in li çiyê doktorê diranan e

Gerîlayên li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin, hemû zehmetiyên jiyanê yên derdikevin pêşiya wan, bi derfetên xwe çareser dikin. Li çiyayên asî û bilind ên Kurdistanê, gerîla hewl didin jiyaneke alternatîf ava bikin. Gerîla li van çiyayên bi heybet, karê derzîtiyê, teknîkê û doktoriyê dikin.

Firat Cesûr yek ji gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê doktoriya diranan dike ye. Dibêjim yek ji gerîlayan, ji ber ku li çiyê bi dehan gerîla hene doktoriya diranan dike. Hevalên wî dibêjin, ew di karê xwe de pispor e. Heta niha ji gerîlayên li gel wî derman bûne, ti gazin nehatiye kirin.

ÇÎROKA FIRAT

Firat di sala 1978'an de li Rihayê hatiye dinê. Ji 12 saliya xwe ve li gel doktorekî diranan xebitî û demeke dirêj teknîsiyeniya diranan kir. Di sala 1998'an de ji bo dawî li neheqiya li gelê Kurd tê kirin bê anîn û li dijî planên komployê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, derket çiyê. Ezmûnên xwe yên destpêkê yên gerîlatiyê, li çiyayên Dêrsimê kir. Gerîla Firat evîndarê çiyayên Dêrsimê ye, ku jê re dibêje "welatê min ê duyemîn e." Çar salan li çiyayên Dêrsimê ma ku ji bo wî demeke girîng a jiyana wî îfade dike. Û bi komên vekişînê yên sala 1999'an re derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. 

Doktorê diranan Firat, der heqê dema li Dêrsimê ma de bîranîneke wî ya balkêş heye. Ji ber tinebûna derfetan bi qasî 2 salan êşa dirên dikşîne, lê nikare derman bibe. Di dawiya dawî de neçar dimîne bi kêrikeke biçûk diranê xwe bikşîne.

Piştî ku hat Herêmên Parastinê yên Medyayê, di sala 2003'an de ji nû ve dest bi doktoriya diranan kir û hînê nexweşiyên diranan ê gerîlayên Kurdistanê derman dike. Û dibêje ew gelekî ji karê xwe hez dike.

10 SAL IN LI ÇIYÊ DOKTORÊ DIRANAN E

Firat ku ev 10 sal in li çiyê doktorê diranene, der heqê jiyan û pişeyê xwe de bersiv da çend pirsên me. Ji aliyekî ve bi nexweşê xwe re mijûl dibe, ji aliyê din ve jî bi rûkenî bersivê dide pirsên me. Gelo tu qet aciz dibe? Firat dibêje, "Tişta ku min aciz dike, tinebûna teknîkê ye. Ji ber vê bê derfetiyê ez nikarim bi dilê xwe hin hevalan derman bikim." Ya ku wî herî zêde bêzar dike jî, destwerdana li karê wî ye. Wer xuyaye, ji nexweşên wî hin hene, dest li karê wî werdidin.

Firat diyar kir ku, ji ber nexweşên wî di heman demê de hevalên wî ne, gelek avantajên wê hene û got, "Têkiliyên min bi nexweş (hevalan) re ji ber ji dil û germ e, baweriyê dide hevalan û ev jî dibe sedem ku dermankirin baştir çê bibe. Ji ber ku nexweş çiqasî ji te bawer bike, ewçend jî wê rehet be û ev jî dibe sedem ku tu karê xwe baştir bike."

Her weha di dema dermankirinê de timî henekan dike da ku, nexweş zêde li ser êşê nefikire û ev yek jî nexweşxan rehet dike.

Carna jî ji nexweşan re dibêje, wê gelekî bi êşe, wan ji êşeke gelekî mezin re amade dike û bi vî rengî êşa tê jiyîn jî, di çavê nexweşan de sivik dibe.

NE TENÊ GERÎLA, GELÊ HERÊMÊ JÎ DERMAN DIKE

Em ji Firat re, ku gelek hevalên xwe derman kiriye, dipirsin ka herî zêde kîjan rewş zorê dide wî. Dibêje gava wî diranê hevalekî bi navê Seyidxan Dêrsim kişand, gelekî zehmetî kişand. Dibêje di diranê wî de helezon hebûn, ji bo di dema kişandinê de diran neşkîne gelekî li ber xwe daye û di encamê de jî bi ser ketiye. Her weha hinekî serê xwe bilind dike û dibêje heta niha ti nexweşên wî ji hiş neketine. Ji bo doktorekî serxistina karê xwe, cihê serbilindiyê ye. Firat diyar dike ku pirsgirêka herî zêde ew lê rast ê, diranê demdirêj riziyaye. Firat dibêje, di çarçoveya pêdiviyan de ew mirovên li herêmê dijîn jî derman dike.

Herî dawî em jê dipirsin, ka di dema serketina têkoşîna azadiyê de ew dixwaze çi bike? Ji me re bi rûkenî dibêje, "Em neçarin li her qada jiyanê alternatîfan ava bikin. Ez jî dixwazim li gundê xwe Korûkezenê klînîka diranan veke û bê pere xizmetê bidim gelê xwe."