10 kes hatin berdan

10 kes hatin berdan

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê 10 kesên din ku ji ber bûyera li bajarê Amûdê rû dabû hatibûn binçavkirin, serbet berda. Bi rengî hejmara kesên ku hatin berdan gihişte 37 kesî.

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bi daxwiyaniyekê ji raya giştî re eşkere kiribû ku hemû kesên ji bûyera Amûdê hatine binçavkirin, piştî lêpirsîna wan bi dawî bibe wê bên berdan û di çarçova biryarê de berî niha 27 kes hatibûn berdan.

Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku kesên lêpirsîna wan bidawî bûne û hatine berdan ev in:  Sîpan Qasim, Kawa Cemîl, Dêrsim Sîvan, Ebdil Helîm Qasim, Siwar Sînan, Cûdî Hisên, Mihemed Emîn Şêxmûs, Tosin Nebko, Diltor Loqman û Kawa Silêman . Bi vî awayî hejmara kesên ku ji bûyera Amûdê serbest hatine berdan gihişte 37'an.