1’ê Gulanê li Ranyayê bicoş hate pîroz kirin
1’ê Gulanê li Ranyayê bicoş hate pîroz kirin
1’ê Gulanê li Ranyayê bicoş hate pîroz kirin
Li navçeya Ranya 1'ê Gulanê bi beşdarbûna gelê deverê û endamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî hat pîrozkirin. Di destpêka pîrozbahiyê de nameya Ocalan ya ji bo 1’ê Gulanê hate xwendin.
Li ser riya Serkepkan ya navçeya Ranya bi wesîleya 1'ê Gulanê ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ve, bi beşdarbûna gelek aliyên siyasî , rêxistinên civakî û gelê deverê ve bi awayek biçoş hate pîroz kirin. Destpêkê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo Roja Karkerên Cîhanê 1'ê Gulanê şandî hate xwendin.
Piştî xwendina nameyê Endamê Desteya Rêvebir ya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan Mela Zana Xeyam li ser girîngiya rojê axiftinek kir û bi vî bûneyê cejna hemû karkerên cîhanê û bitaybet cejna karkerên Kurdistanê pîroz kir. Piştî axaftina xeyam nûnerên PÇDK, RJAK, Partiya Şûî a Kurdistan û nûnerê Ferhengxaneya Ranya derketin ser dikê û peyama xwe ya ji bo Roja Karkerên Cîhanê 1'ê Gulanê xwendin.
Piştî xwendina peyamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî hûnermend Hemîd Mistefa, Nûran Koyî û Fetah Sewzewarî derketin ser dikê û stranên xwe pêşkeş kirin. Ji aliyê Koma Folklorê ya Ranya ve şanoyek hate pêşkeş kirin. Kampanya îmzeyan ya jibo 'Azadiya Rêber Apo' ku li seranserê Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, jimara îmzeyên kû li navçeya Ranya kombûne gihişt 75 hezar.