1’ê Gulanê li Qersê hate pîroz kirin

1’ê Gulanê li Qersê hate pîroz kirin

Li Qersê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê bi tevlîbûna hezaran kesî bi awayek coş hate pîroz kirin. Pîrozbahî bi tevlîbûna rêxistinên sivîl, KESK, DÎSK, Tumbel-Sen, Şeker-Îş, Ka-Yoder, Komeleya Hayal-Et, BDP û endamên CHP’ê, her wiha hezaran karker û kedkar hate pîroz kirin.

Bi hezaran kesên di ketina Kazimpaşayê de hatin cem hev, ber bi Qada Cumhuriyetê ve dest bi meşê kirin. li Qada Cumhuriyetê ya pîrozbahiyê jî pankarta bi kurdî û tirkî “Bijî 1’ê Gulanê”, “Di roja kedkaran de ji ciwanan silav li kedkarê aştiyê Birêz Abdullah Ocalan”, “Bijî biratiya karker, kedkar û şoreşgeran” hatin daliqandin. Bi dirêjahiya pîrozbahiyan jî sloganên “Bijî Serok Apo”, “Silav, ji Îmraliyê re hezar silav”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “ Bijî biratiya gelan” hatin qîrîn.

Pîrozbahî destpêkê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqîqeyek ya rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Egitim-Sen’ê Hanim Kurtulan helbesta xwe “En mirovbûm” û peyamên nûnerên rêxistinên sivîl xwend. Di peyaman de peyama “Azadiya qasidê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aştî û biratiyê” hatin dayîn.

Piştî xwendina peyaman Serokê Şaxa Egitim-Sena Qersê Çetîn Koçyîgît axaftinek kir. Koçyîgît ku cejna kedkaran pîroz kir û got: “Îro li çar aliyên cîhanê, karker, kedkar, gundiyên feqî, gelên bindest û kesimên civakê li qadan tekoşînê didin. Dê her tim kedkar û bindest ji bo azad î û wekheviyê tekoşînê bidin û berxwe bidin.”

Piştî axaftinên hatin kirin, bi starnên Koma Savaş, Sevgî govend hate gerandin.