ANALÎZ
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Divê li ber ronahiya heqîqetên dîrokî ji pirsên weke wê vejîna însanan çawa pêkan be û wê civaka antî-kapîtalîzm ku navê vê yekê sosyalîzm e, çawa were avakirin re bersiv werin peydakirin.
Kûrewîbûn, ji ber ku polîtîkayeke ku ji jor ve tê afirandin, jiholêrakirina hêmanên dibin asteng ferz kir. Gelek herêmên cîhanê veguherandin qadên şer, rê li ber sefaletên aborî vekir û li gel tehrîbkirina xwezayê rê li ber wêraniyeke ekolojîk vekir.
Hemû Nûçe
-
-
PDK ne alîkar e, şirîkê dagirkeriyê ye
Roj ne roja gotinan e. Roj roja vî tiştî ye ku divê mirov piştgiriyê bide gerîlayên qehreman û têbikoşe. Kesên îro vê gavê neavêjin wê wateya ku şirîkên îxanetê ne.
-
-
-
PDK çima serweta Kurdan dibe derve?
Saziyeke lêkolînê ya li DYE’yê ragihand ku serweteke mezin a PDK’ê li Emerîkayê heye. Tê zanîn ku bi milyaran dolar serweta PDK’ê li Tirkiyê û Ewrûpayê jî heye.
-
Newroz mizgîniya azadiyê ye
Gelê Kurd di Newrozê de dîsa meydan dagirtin. Em Newroza tevahiya gelê Kurd pîroz dikin û ji ber ku meydan dagirtine, wan silav dikin.
-
Gerîla hêza serketî ya vê serdemê ye!
Rêbaza gerîla wê ji hemû gelan re bibe mînaka herî baş. Niha her kes lêkolîn dike ka bê gerîla çawa û bi kîjan rêbazan karî li beramber ewçend tank, top, balafir û çekên sivik, giran û kimyayî li ber xwe bide. Gerîla sembola şerê modern a sedsala 21. e.
-
-
Di nav eniya desthilatdaran de tiştekî nû tune
Pergala ku 6 partî dixwazin, berê jî hebû û bi dehan salan desthilatdar bû. Nikaribû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike berevajî wê pirsgirêk kûrtir kir. Ev pergal niha piçekî were biriqandin jî wê nikaribe tu tiştî rizgar bike.
-
Rastiya jinê ji zayendiyê wêdetir e
Rastiya jinê wêdetirî zayendiyê, xwedî hêlên berfireh ên aborî, civakî û siyasî ye. Tevgera azadiya demokratîk û wekhevîxwaz a li ser zanîna jinê, aşkere ye ku di çareserkirina problemên civakî de wê bi rola pêşeng rabe.
-
Di sala 24'an de têkbirina komployê
Niha dor hatiye ku komplo bi temamî bê têkbirin û azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bê misogerkirin. Armanca Kurdan û dostên wan a di di sala 24'an a têkoşîna dijî komployê de ev e.
-
Kamber Ateş nasilsin (tu çawayî)?
Dilê wê diqirqilî, lê di navberê de têlên hesinî hebûn. Lê ji lawikê wê Kamber zêdetir dilê wê di nav qefesa hesinî de dihat guvaştin. Gelo Kurdbûn tiştekî ev qas bi êş bû?
-
‘Îmhayek ku ji min dest pê bike...’
Jiyanî ye ku gelên me pir xweş dahurînin bê ka şerê mirin-jiyanê yê li Imraliyê tê çi maneyê. Bi tûjkirina hêzen şer, divê mirov yek gavê jî ji ber çavan nede alî ku berfirehiya îmhayeke ku Ji min dest pê bike wê bibe komkujiya bi deh hezaran mirov.
-
'Armanc ji teslîmkirinê, tasfiyekirina min bû'
Asta min a Rêbertiyê, polîtîkaya kevneşop a dewletên Rojavayî ya li ser Kurdan dihejîne. Cewhera bûyerê jî ev rastî ye. Ji ber vê yekê Ewropayê tasfiyekirina min li berjewendiyên xwe dît.
-
-
Xezeba Teyrê Tawis
Dîmenê Teyrekî Tawis ê hatî qetilkirin, ev çend roj in ji ber çavên me naçe. Di her perikekî de rengek, wateyek, heybetek, belkî serboriyek, hêviyek, daxwaz û hezar lava...
-
-
Li dojeha Naîrobiyê sê rê
Li min dihate ferzkirin ku divê teqez biçim û dawî li nasnameya Kurd a serbixwe û xeta wê ya azadiyê bînim. Sedema me ya hebûnê jî partiya me û xeta azadiyê bû.
-
-
Ruhê azad ê ku serî netewand
Li dû êrişa dewleta Tirk a faşîst a li ser Şengalê ev wêne ma. Teyrê Tawiz ê serî netewandî wêneyê ruhê azadiyê bû. Teyrê Tawiz bi eksa dijmin li ser darekê li ber xwe da û serî netewand.
-
-
-
Planên qirêj ên li ser wargeha berxwedanê
Rastiya gelê berxwedêr a wargehê çawa ku ev 28 sal e tevahî plan û konseptên li ser wan tê meşandin têk birin, pûç kirin, wê vê yekê jî bi berxwedan û têkoşîna xwe pûç bike. Îdeaya wan a serketinê gelekî bi hêz e.
-
-
Amedî wê êrişan pûç bikin
Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê di dijminahiya li Kurdan û di şerê xwe yê qirkirina Kurdan de gaveke din diavêje.