ANALÎZ
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Divê li ber ronahiya heqîqetên dîrokî ji pirsên weke wê vejîna însanan çawa pêkan be û wê civaka antî-kapîtalîzm ku navê vê yekê sosyalîzm e, çawa were avakirin re bersiv werin peydakirin.
Kûrewîbûn, ji ber ku polîtîkayeke ku ji jor ve tê afirandin, jiholêrakirina hêmanên dibin asteng ferz kir. Gelek herêmên cîhanê veguherandin qadên şer, rê li ber sefaletên aborî vekir û li gel tehrîbkirina xwezayê rê li ber wêraniyeke ekolojîk vekir.
Hemû Nûçe
-
-
Qirkirina jinan
Ew çiqas tundiyê li jinan bikin jî nikarin ber li hêz û rêxistina tekoşîna jinan bigirin. Berovajî wekî di xwepêşandanên gel de yên li dijî rejîma Îranê li wan dizîvire.
-
-
Xewn û xeyalên jineke çiyayî
Çi zor e... çi êş e, çi keder e, çi payîzewareke, çi kêf e, çi şîn e, çi cihê serbilindiyê ye. Niha! Di bin lempeyên bajarekî loş de xeyalên jineke çiyayî radigihînim.
-
Sê xeyalên Delal hebûn
Xwedî sê xeyalan bû: Di nava şert û mercên azad de karibe careke din Rêbertî bibîne. Xelkê Başûrrojava karibe hîn bi xurtî tevlî nava têkoşînê bibe.
-
Dawî bi derewên dewleta Tirk nayê
Dewleta Tirk wisa hesab dikir ku wê li dijî PKK’ê jî serbikeve. Lê nedizanî PKK û tevgera Apoyî naşibe tekoşînên li beriya xwe. Ji bo vê jî dewleta faşîst çiqas hewlda jî biser neket. Lê dest ji şerê taybet berneda.
-
Li her derê çalakî
Faşîzma AKP-MHP'ê li hemberî gerîlayên Kurd têk çûye. Careke din eşkere bûye ku şerê li dijî Kurdan ji bilî dewlemendkirina olîgarkên Tirk bi kêrî Tirkiyeyê û gelan nayê.
-
Ji Zagrosan awazek tê
Çiya dîsa destanê dinivîsîne, li çiyayên Kurdistanê awaz bilind dibe. Nêzî pêncî sal in dengê afirînerên destanê bilind dibe.
-
-
Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan li dû çi ye?
Divê ev yek neyê ji bîrkirin, Tirkiye eger ku li ku derê, bi çi rengî çawa be hevdîtin bike, teqez li ser tinekirina Kurdan û berjewendiyên xwe yên welatî ye. Îro eger ku bi Iraq, Sûriye û her welatî re dicive, dirûne mijara esasî Kurd û Tevgera Kurdî ye.
-
Rêya azadiyê li nava gerîla dît
Helmet Dersim ê HPG'î ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de 12'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, bi hezaran hevrêyên xwe li pey xwe hişt ku têkoşîna wî heta kêliya dawî bimeşînin.
-
PDK’ê şehîd û birîndarên Xelîfanê bi ku ve birine?
Em dibînin heta vê gavê tevî agahiyên li ser çapemeniyê jî hatin parvekirin, PDK’ê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti agahiyek li ser van bûyeran nedaye. Gelo gerîlayên şehîd û birîndar li ku ne?
-
Dixwest mîna Simko Serhildan şer bike
Senger Pola yê HPG'î ku 11'ê Tîrmeha 2018'an li Amanosê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, yek ji bi hezaran lehengan bû ku mohra xwe li dîroka têkoşînê ya gelê Kurd xist.
-
Bi her cûreyî çekên kîmyewî têne bikaranîn
Artêşa Tirk 5 meh in ji bo dagirkirinê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di van êrîşan de jî her cûre çekên kîmyewî diceribîne. Dema dawî giranî daye ser gaza Klorê.
-
Gerîla bêvila faşîzmê bi erdê ve dikişîne
Desthilatdariya AKP-MHP'ê di şerê Zap, Avaşîn û Metînayê de têk diçe û ji aliyê siyasî ve jî hildiweşe. Di hilbijartineke gengaz de ya divê bê kirin ew e ku derba dawî lê bê xistin û ji bo darizandina sûcên şer ên faşîzma AKP-MHP'ê pêvajo bê destpêkirin.
-
Pêşeroja faşîzma Erdogan tune
Dema ku Sûriye di bin dagirkeriyê de ye, li herêmên dagirkirî artêşeke alternatîf tê ava kirin û Îdlîb di vê rewşê de be, wê Şam çawa bi Erdogan re rûnê? Ma gelo normal e mirov li ser welatekî din evqasî tasarûfê bike?
-
-
-
'Xwe li têkoşîna wî digirim'
Agahiyan têkildarî birayê xwe, hevrêyê xwe Cûma werdigirim, "Serhildêr bû, bi coş bû, dev li ken bû. Bêtirs bû, bi hêvî bû, pêşeng bû. Ji çaya li ser êgir, ji gerandina govendê hez dikir." Xwe li wêneyekî wî û têkoşîna wî digirim.
-
-
Çiyayê Botanê jin nas kir
Li çiyayê Botanê jin gihîştin çanda xwe. Xwe li vî çiyayî nas kirin, her ku xwe naskirin jî bûn evîndar, baweriya wan mezin bû û xwe ji bo azadiyê feda kirin.
-
Adar Efrîn û hevalên wê
Navê min Adar e, ji Efrînê me. Cejna we hevalên li çiyê hemûyan pîroz dikim. Em ê dema pêş hevdu bibînin. Gelek dixwazim ku ji min re qala çiyê bê kirin... Daxwazeke min a din jî heye: Ez gelekî dixwazim biçim çiyayê Agirî... Serketin.
-
Ev şer wê ti carî neyê jibîrkirin
Dagirker li pêşberî van çiyayên bi heybet û lehengên wan ên şerker her tim têk çûne. Şerê vê demê jî wê ti carî neyê jibîrkirin. Fedaî her tim bi ser dikevin.
-
-