ANALÎZ
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Divê li ber ronahiya heqîqetên dîrokî ji pirsên weke wê vejîna însanan çawa pêkan be û wê civaka antî-kapîtalîzm ku navê vê yekê sosyalîzm e, çawa were avakirin re bersiv werin peydakirin.
Kûrewîbûn, ji ber ku polîtîkayeke ku ji jor ve tê afirandin, jiholêrakirina hêmanên dibin asteng ferz kir. Gelek herêmên cîhanê veguherandin qadên şer, rê li ber sefaletên aborî vekir û li gel tehrîbkirina xwezayê rê li ber wêraniyeke ekolojîk vekir.
Hemû Nûçe
-
-
-
Mistefa Barzanî bi çavê Behadîn Nûrî
Siyasetmedarê Kurd û Sekreterê Berê yê Hîzba Şîw’î ya Kurdistanê Behadîn Nûrî di bîranînên xwe de behsa hevkariyên Mela Mistefa yên ji bo Beesê dike. Her wiha rola Mela Mistefa Barzanî ya di têkbirina şoreşên Kurdan de eşkere dike.
-
-
Têkildarî bangên li ser yekîtiya neteweyî
Yên ku li ser 'yekîtiya neteweyî' bang dikin, divê destpêkê mebesta xwe ya ji yekîtiya neteweyî eşkere bikin. Divê zanibin ku yekîtiya neteweyî bi çanda welatparêziya Kurd dibe û bi vî rengî li dijî xiyaneta PDK'ê têbikoşin.
-
Gerîla şerê taybet ê dewleta Tirk têk dibe
Dewleta Tirk li gel her cûre êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî gerîla nikare bi ser bikeve. Ji dîmenên çalakiyan eşkere dibe bê artêşa Tirk di vî şerî de çiqasî tengav bûye.
-
-
Divê derî li xiyanet û hevkariyê were girtin
Dewleta Tirk niha li Başûr û Bakur pişta xwe bi pêkhateyên Kurd ên hevkar û xayîn girêdaye. Eger Kurd naxwazin têk biçin û di dîrokê de tune bibin, divê li dijî xayîn û hevkaran ji her demê zêdetir bibin xwedî helwest.
-
Gelo amadekarî ji bo êrîşeke nû ya dagirkeriyê tê kirin?
PDK dixwaze xeta hevkarî-xiyanetê ku bi salan li ser dimeşe, bigihîne nuqteya dawî. Rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo êrîşeke dagirkeriyê ya nû li ser Garê pêk bîne, amadekariyan dike. Tê dîtin ku PDK jî piştgiriyê dide vê planê.
-
-
Xerabûyî û xayinê malbatê!
Rola hevkariya kurdan pir kirêt û bêexlaqî ye. Ji ber ku vê gavê yekane rizgarkerê dewleta Tirk a qirker, faşîst û hevkarên wê ye, niha qîmet dibîne.
-
Kurdê dijminê herî dirinde yê gelê Kurd: Hakan Fîdan
Wexta ku Sakîne Cansiz li naverasta Parîsê hate şehîdkirin, pileya wî ji MÎT'ê bo Wezareta Derve hate bilindkirin. Di wexta serokatiya MÎT'ê de bû sedema komkujiyan. Niha jî wek mirovkujekî xwînxwar nûnertiya karûbarên dewleta xwe yên derve dike.
-
-
PDK ber bi ku ve diçe?
Yek ji rêveberên PDK'ê Alî Ewnî bi gotina "Çima artêşa Tirk û MÎT'ê bi balafirên bêmirov Rêveberên PKK’ê yên payebilind nakin hedef?”pijiqî holê. Em nikarin vê tenê weke provokasyona Alî Ewnî bibînin. Divê ev weke banga Barzaniyan bê dîtin.
-
Ji bo geşkirina alternatîfa Neteweya Demokratîk
39 sal in di hemû destkeftiyên di bin navê azadiya Kurdistanê de, îmzeya Pêngava 15’ê Tebaxê û berxwedana gerîlayan heye. Kurdan li ser vê bingehê bîra azadiyê, her cure rêxistinkirin, yekîtiya neteweyî, îrade, rûmet û şeref bi dest xistin.
-
-
-
Di nava 9 salan de şoreşa jinên Êzidî
“Em nêzî 500 malbat 12 rojan li çiya man, carekê ji nişka ve tevgerbûnek çêbû, em hemû bi tirs û kelecan rabûn ser piyan, min dît ku du jinên bi çek û rûken, ber bi me ve hatin û gotin, 'netirsin em heval in, em hatine we rizgar bikin'.”
-
Girê Cûdî ji dagirkeriya Tirk re bûye dojeh
Li Qada Girê Cûdî û li ser her bihosteke axa Kurdistan wê her şerbeta binketinê bi dijminê Gelê Kurd bidin vexwarin. Jixwe beriya niha artêşa Tirk a dagirker li vê qadê şerbeta bibinketinê ji destên gerîlayên azadiya Kurdistanê vexwar.
-
‘Çêbûna ji nû ve’
Êzidî tu car fermana li wan rabûye ji bîr nakin û xaka pîroz ku bi saya 12 siwariyên fedaî hatiye rizgakirin, wê her biparêzin. Heta ku hêza YBŞ’ê û YJŞ’ê û dayikên berxwedêr hebin, tu hêz nikare, fermaneke dîtir li Êzidiyan rabike.
-
Afirandina rojeva rast
Gelo rojeva rast çiye? Yekem, têkoşîna li dijî sîstema tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ye. Ev her tim destpêka her tiştî tê. Duyem, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka Kurd e û şerê ku li ser vî bingehî çêdibe ye…
-
-
Li Lozanê Konferansa Kurd û li Kurdistanê berxwedana gerîla
Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li Lozanê mafên demokratîk ên neteweya Kurd nîqaş kirin û ji siyaseta cîhanê xwestin. Gerîlayên Kurd jî li dijî êrîşên dagirkeriyê bi lehengî li ber xwe didin û hewl didin azadiya gelê Kurd misoger bikin.
-
Êdî roj li Şengalê hiltê
Siya fermana ewrê reş bi derketina rojê re bela dibe, dûr dikeve, wenda dibe. Êdî roj li çiyayê Şengalê hiltê. Niha gel bi rêveberiya xweser re, rêveberiya xweser bi gel re ber bi civakeke azad û serbixwe ve dimeşe.
-
Lozan: Qirkirina sedsalê
Bi Peymana Lozanê ya ku di 24’ê Tîrmeha 1923’an de sed sal berê hat îmzekirin, gelê Kurd ji aliyê pergala cîhanê ya hegemonîk ve nehat naskirin û tune hate hesibandin. Ji Lozanê û vir ve qirkirin li ser gelê Kurd tê ferzkirin.