ANALÎZ
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an gelê Kurd ji rewşa pasîf a projeyên dîzaynê ya herêmî rizgar kir û veguherand aktorekî bi bandor û rêxistinbûyî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de divê hesabê wan bê kirin.
Îngilistan ku balafirên şer şand ji welatên Kendavê û Derya Spî ya Rojhilat re, bi dewleta Tirk re peymana ‘Hevkariyê’ mohr kir û bi mîsyona Tengava Hurmuzê re berjewendiyên xwe yên enerjiyê diparêze, li Rojhilata Navîn polîtîkaya mêtingeriyê dewam dike.
Mao dibêje “Desthilatdarî di devê tivingê de ye". Lê di devê tivingê de sosyalîzm nayê avakirin. Di devê tivingê de dewlet tê avakirin, netew-dewlet tê avakirin ku ev jixwe ne sosyalîzm e. Hewldanên bi vî rengî jixwe têk çûne.
Divê li ber ronahiya heqîqetên dîrokî ji pirsên weke wê vejîna însanan çawa pêkan be û wê civaka antî-kapîtalîzm ku navê vê yekê sosyalîzm e, çawa were avakirin re bersiv werin peydakirin.
Kûrewîbûn, ji ber ku polîtîkayeke ku ji jor ve tê afirandin, jiholêrakirina hêmanên dibin asteng ferz kir. Gelek herêmên cîhanê veguherandin qadên şer, rê li ber sefaletên aborî vekir û li gel tehrîbkirina xwezayê rê li ber wêraniyeke ekolojîk vekir.
Hemû Nûçe
-
Li Iraqê şerê ‘destketiya dîplomatîk’
Dewleta Tirk a ku di demên dawî de hewl dide rêveçûna şer biguherîne, lêgerînên xwe didomîne. Hewl dide hevsengiya li Rohilata Navîn jî li gorî vê saz bike; di hevkêşiya Iraq, Îran û Sûriyeyê de dixwaze hevsengiyan li gorî polîtîkayên xwe dîzayn bike.
-
-
-
Rola PKK’ê di beşdarî û piştgiriya Raperîna 1991’ê de
Bi destpêkirina raperînên girseyî li parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê, vê carê Behdînan di nav germegerma Raperînê de bû. Hêzên PKK’ê bi rêya welatparêz û xebatkarên nihênî yên şehîd Sadiq Umer dest bi amadekariya Raperînê kirin.
-
Ev sedsal a jinan e!
Em di sedsaleke jinê de derbas dibin. Rastiya sedsaleke ku azadiya jinê, xeta berxwedanêya jinê, sîstema jinê û civakîbûna jinê lê pêş dikeve, heye. Nexşerêya vê sedsalê felsefeya Jin Jiyan Azadî ye ku bi pêşengiya jinan bûye gerdûnî.
-
Azadiya Abdullah Ocalan çima azadiya gel e?
Kesê ku ji bo gel bijî, gel bê wî najî; gel tecrîdkirina wî wek tecrîdkirina xwe dibîne û azadiya wî jî wek azadiya xwe dibîne. Şikandina dîwarên Îmraliyê têkçûna Lozan û wan hemû komployên li dijî ax û welat e.
-
Plana kaosê li Sûriyeyê di dewreyê de ye
Rayedarên Şam, Îran û Rûsyayê bi giranî çekê didin şêniyên Ereb û hewl didin wan li dijî rêveberiya xweser bi rêxistin bikin. Ji bo Tirkiyeyê jî tasfiyekirina Kurdan û herêma xweser ji xwe beriya her tiştî ye.
-
-
-
Girtîgeha Akre Gûantanamoya PDK'ê ye
Gûantanamoyeke her welatekî, her desthilatdariyekê heye. Li Iraqê Ebû Gûreyb, li Îranê Evîn, li Tirkiyeyê Îmrali. Ya PDK'ê jî girtîgeha Akre ye. Kiryarên van desthilatdariyan ên li girtîgehan vediguherin rêbaza rêvebirina civakê.
-
-
Sîstema xweseriya demokratîk û pênaseyeke kurt
Sîstem xweseriya demokratîk sîstemeke nedewletî ye. Ev pênase bi tenê bes e ji bo ku em fam bikin ku ev sîstem ne beşek e ji sîstema modernîteya kapîtalîst e û kesên ku bixwazin vê sîstemê fam bikin, divê xwe ji zihniyeta netewe-dewletê rizgar kiribin.
-
Li Kurdistanê şer û dagirkerî berfireh dibe
Faşîzma Tirk hewl dide hem li herêmê hem jî li cîhanê koalîsyonekê biafirîne û li dijî Kurdan encamekê bi dest bixe. Bûyerên ku diqewimin nîşan didin ku hefte yan jî mehên bê wê li herêmê êrîş û şerekî giran biqewime.
-
Divê Kurd bê dudilî piştgiriya PKK’ê bikin
Bersiva herî baş, ya ji dijminên derve û hundir re bê dayîn avakirina yekitiya gelan e. Di berjewendiya Kurdan de ye ku bê dudilî piştgiriya PKK’ê bikin. Yekîtî wê hêzê bide tevgera bi pêşengiya Abdullah Ocalan.
-
-
-
-
Erdogan û dewleta Tirk dixwazin Îranê bikişînin nava şer
Gazîkirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bo Tirkiyeyê, civînên Astaneyê, serdana Serokê MÎT’ê bo Iraqê û serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê û Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê bo Iraq û Herêma Kurdistanê, nîşaneya tengavbûna dewleta Tirk e.
-
-
-
Gerîla hêza gel e, qet têk naçe
Gerîlayên azadiya Kurdistanê ku hêza xwe ji Rêber Apo werdigirin, tekane hêz û hêviya gelê Kurdistanê û mirovahiyê ne. Gerîla li hember artêşa Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê yên herî dirinde nirxên mirovahiyê yên hevpar diparêze.
-
Çanda derewan a dewleta netewe ya Tirk
Dewlet û neteweya Tirk ji feraseta xwe ya olê heta bi felsefe û hunerê, ji mîtolojiyê heta bi zanistiyê rastiya xwe bi temamî li ser derewan ava kiriye. Li mejiyê civakî yê kevneşop û dîroka wê bêdîrokî û bêçandî ferz kiriye.
-
Destpêkirina şerê tunelan
Operasyonên şoreşgerî ên di demên dawî de hatin kirin, bûn sedem ku dewleta Tirk a dagirker bikeve nava tirs û xofeke mezin. Êdî gerîla ji her demê zêdetir nêzî Kurdistaneke azad û Rêbertiyeke azad in.
-
Sefaleta Barzanî û PDK'ê!
Barzanî û PDK teslîmiyet û hevkariyê li gelê herêmê ferz dikin. Lê belê gelê herêmê berevajî vê yekê li ber dagirkeriyê radibe û nîşaneya herî şênber a vê yekê jî gerîla Helmet e ku ji Dêrelûkê bû û bi lehengî şer kir û şehîd bû.
-
618 milyar dînar sozeke xapînok e
Barzanî û binemala Barzaniyan wisa li statûya Herêma Kurdistanê kir ku dawiya dawî ji bo mûçeyê Nêçîrvan Barzanî bi xwe biçe ber pêyên Hikûmeta Iraqê û parsa budçeyê bike.