ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Îranê li hemberî ziwatiyê dest bi toximkirina ewrên baranê yên çêkirî kir
Îran ku di nava serdemeke giran a ziwatiyê de ye, ji bo rengekî çêkirî baranê bibarîne dest bi reşandina tovan li ewrên baranê kir. -
Di êrişa hêzên Îranê de 2 bira hatin kuştin
Li Rojhilatê Kurdistanê di êrişa hêzên pasdaran ên artêşa Îranê de 2 bira hatin kuştin. -
Îsraîlê cenazeyên 15 Fîlîstîniyan radest kir
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku Îsraîlê cenazeyên 15 Fîlîstîniyên din radest kir. Îsraîlê heta niha 330 cenaze radest kiriye. -
Li Xezeyê ji sedî 90 nebatên xwezayî zirar dîtin
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezeyê ji sedî 90 nebatên xwezayî zirar dîtine. Her wiha hat ragihandin ku li rojavayê Şerîayê di nava hefteyekê de 4 Filîstînî ku 3 ji wan zarok in hatine kuştin. -
Daxuyaniyên destpêkê yên piştî hilbijartinên Parlamenta Iraqê
Serokwezîrê Iraqê, Serokê Parlamenta Iraqê û Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Iraqê piştî eşkerekirina encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentê peyamên destpêkê dan. -
Li gorî Barrack Şam wê 'li dijî terorîstan piştgiriya çalak' pêşkêş bike
Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack anî ziman ku rêveberiya Şamê wê li dijî DAÎŞ, Muxafizên Şoreşê yên Îranê, Hamas a Fîlîstînî û Hîzbûllah a Lubnanî 'têkoşîneke çalak' bimeşîne. -
Li bajaran hejmara deng û kursiyên partiyan
Li gorî encamên dengdana taybet û giştî ya hilbijartinên parlamenta Iraqê ya serdema 6'emîn, hejmara deng û kursiyên partiyan li bajaran diyar bû. -
Li gorî encamên hilbijartinên Iraqê Sûdanî yekemîn e
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên destpêkê yên hilbijartinên meclisê eşkere kir. Li gorî encaman, Hevpeymaniya Nûavakirin û Pêşketinê ya di bin serokatiya Serokwezîr Sûdanî de ket hilbijartinê, dengê herî zêde girt û bû yekemîn. -
Komîsyona hilbijartinê rêjeya tevlîbûnê ragihand
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ragihand ku rêjeya tevlîbûnê ya hilbijartinên parlamentoyê li seranserê welat ji sedî 56,11 ye. -
Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê wê di nava 7 rojan de îtîrazan qebûl bike
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku encamên hilbijartinê yên ewilî, wê di saet 18.00’an de bên eşkerekirin û got, ew ê di nava 7 rojan de îtîrazên partiyên siyasî û namzetan bigirin. -
Li Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî hezar û 300 kes hatin darvekirin
Kampanya "Sêşema na ji cezayê darvekirinê re" diyar kir ku ji destpêka salê û vir ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdeyî hezar û 300 kes hatin darvekirin. -
Encamên destpêkê yên hilbijartinên li Iraqê wê bêne eşkerekirin
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê wê îro encamên destpêkê yên dengdana giştî eşkere bike. -
Li Iraqê lêgerîna dema nû: Encamên gengaz ên hilbijartinên 11'ê Mijdarê
Iraq careke din li ber qonaxeke biryardanê ye. Ev pêvajo ne tenê bi hevsengiyên li Bexdayê, di heman demê de bi helwesta Tehran, Washington û Enqereyê ve girêdayî ye. Hilbijartin qediya, lê têkoşîna esasî niha destpê dike. -
Dengdana li Şengalê bi tevlîbûneke xurt bi dawî bû
Gelê Şengalê ji destpêka dengdayinê ve berê dan navendên dengdanê û dengê xwe bikaranîn. Li Şengalê bi giştî rêjeya tevlîbûnê baş bû û di hewayeke aram de derbas bû. -
Di hilbijartina giştî ya Iraqê de bi sedan binpêkirin hatin tomarkirin
Li gorî rapora Hevpeymaniya Tor û Rêxistinên Neteweyî, di dengdana giştî ya Parlamentoya Iraqê de 117 bûyer hatin tomarkirin. 178 bûyerên dengdana komî hat tespîtkirin. -
Hilbijartina giştî ya Parlamentoya Iraqê bi dawî bû
Pêvajoya dengdana giştî ya ji bo serdema 6’emîn a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi dawî bû. -
Li Şengalê hin binpêkirin bi binçavkirinan bi encam bû
Li Iraqê hin kesên ku di roja hilbijartinê de li Şengalê propaganda dikirin hatin binçavkirin. Li Basrayê jî li dijî navendeke dengdanê êrîşeke çekdarî pêk hat. -
Kulçeyên zêrîn ên dîrokî ji Muzexaneya Neteweyî ya Şamê hatin dizîn
Roja Yekşemê Muzexaneya Neteweyî ya li paytexta Sûriyeyê Şamê bu hedefa diziyan. -
Li Îranê di 11 rojan de 165 kes hatin darvekirin
Li Îranê ji destpêka meha Mijdarê û vir ve 165 kes hatin darvekirin, ev hejmar ji destpêka 2025’an û vir ve ji hezar û 300 derbas kir. -
Hezar û 200 çavdêrên navneteweyî hilbijartina li Iraqê dişopînin
Endamê Yekîneya Ragihandinê ya Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê Hadî Zayir ragihand ku hezar û 200 çavdêrên navneteweyî û 500 hezar nûnerên partiyên siyasî hilbijartinên Iraqê dişopînin. -
Li Iraqê siyasetmedaran dengê xwe bi kar anîn
Li Iraqê ji bo hilbijartinên parlamentoyê ya dema 6’an, vê siharê dengdana giştî destpê kir. Siyasetmedar ji bo bikaranîna dengê xwe çûn ser sindoqê. -
Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê ketin nava bajarokekî
Hêzên Îsraîlê li bejahiya bakurê Qûneytrayê ketin nava bajarokê Cebat Xeşeb û li malan lêgerîn kirin. -
Gelê Iraqê ji bo hilbijartinên giştî li ser sindoqan e
Li Iraqê, pêvajoya dengdana giştî ya ji bo serdema 6’emîn a hilbijartinên Parlamentoyê îro bi awayekî fermî destpê kir. -
Li Iraqê rêjeya tevlîbûna dengdana taybet ji sedî 82’yê zêdetir e
Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê, rêjeya tevlîbûna dengdana taybet a ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê ji sedî 82.42’ye. -
Hilbijartinên giştî yên parlamenta Iraqê wê sibe bêne kirin
Li Iraqê û herêma Kurdistanê sibe bi milyonan mirov wê ji bo hilbijartinên serdema 6'an a parlamenta Iraqê dengê xwe bi kar bînin.