ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Rêjeya hejariyê ya li Iraqê daket sedî 17’an
Berdevkê Wezareta Pilandanînê ya Iraqê Ebdulzehra Hendawî ragihand ku rêjeya hejarî ya sala 2022’an gihiştibû ji sedî 23’ê, lê ji ber karûbarên hatin kirin daketiye ji sedî 17’an. -
Serokkomarê Iraqê: Haya min ji biryara Hîzbullah û Husî nîne!
Serokkomariya Iraqê îdîayên ku dibêjin Hîzbullaha Lubnanê û Husiyên li Yemenê (Ensarullah) weke “rêxistina terorê” hatin îlankirin, derewand. -
Dewriyeya Îsraîl ket Quneytrayê
Hat ragihandin ku yekîneke girêdayî artêşa Îsraîlê vê siharê ket Quneytrayê. -
Sala 2025’an nêzîkî 400 hezar penaber ji Lubnanê vegeriyane Sûriyeyê
UNHCR’ê diyar kir ku ji destpêka sala 2025’an heya niha zêdetirî 378 hezar penaberên Sûriyeyî ji Lubnanê vegeriyane Sûriyeyê. -
Bexdayê paşve gav avêt: Biryara Hûsî û Hizbullahê wê were guhertin
Komîteya Astengkirina Pereyên Terorê ya Banka Navendî ya Iraqê, diyar kir ku xistina navê Hûsiyên Yemenê û tevgera Hizbullaha ya Lubnanê di lîsteya "terorê" de xelet e û ragihand ku tenê El Qaîde û DAÎŞ dê di vê lîsteyê de cih bigirin. -
Iraqê Hûsî û Hîzbûllah a Lubnanê xist lîsteya 'terorê
Hikumeta Iraqê Hûsiyên li Yemenê û Hîzbûllah a li Lubnanê xist lîsteya rêxistinên terorê. -
Heyetek ji Konseya Ewlekariyê ya NY'ê serdana Sûriyeyê kir
Heyetek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo serdana xwe ya destpêkê ya li Sûriyeyê bike roja Pêncşemê kete vî welatî. -
Konseya Tevkariyê ya Kendavê ji bo Sûriyeyê bang kir
Konseya Tevkariyê ya Kendavê li dijî tundî û provokasyonên li Sûriyeyê, banga têkoşîna hevpar kkir û piştgirî da peymana entegrasyonê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. -
Îsraîlê piştî 10 salan cara ewil rasterast bi Lubnanê re muzakere kir
Îsraîlê ragihand ku wê piştî 10 salan yekem danûstandinên xwe yên rasterast bi berpirsên Lubnanî re pêk bîne. -
Li bendavên Tehranê asta avê daket niviyê
Asta avên bendavên Tehranê û li derdora wê, li gorî sala borî ji niviyê zêdetir daketiye û gihîştiye asteke krîtîk. -
Netanyahu: Peymana bi Sûriyeyê re pêkan e, lê herêmek tampon pêwîst e
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku welatê wî hewl dide herêma bêçek ji Şamê heta bi Cebel El Şêx ava bike û da zanîn ku her lihevkirinek gengaz bi Sûriyeyê re divê pransîbên ewlehiyê yên Îsraîlê di ber çavan re werin girtin. -
Sûdanî û Tom Barrack li hev rûniştin
Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê ragihand ku Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê (DYE) yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack û Serokwezîr Sûdanî li hev rûniştin. -
Îran û Tirkiyeyê li ser çêkirina xeteke trênê ya 'stratejîk' li hev kirin
Îran û Tirkiyeyê li ser destpêkirina çêkirina xeteke nû ya trênê ya ku dê her du welatan bi hev ve girêde û di bazirganiya navbera Ewropa û Asyayê de bibe korîdoreke krîtîk, li hev kirin. -
Di êrişên Îsraîlê de hejmara qurbaniyên Fîlîstînî 70 hezar derbas kir
Hêzên hewayî yên Îsraîlê careke din êriş birin ser herêmên cuda yên li Şerîda Xezeyê. Hate ragihandin ku hejmara qurbaniyên Fîlîstînî yên van êrişan 70 hezar derbas kiriye. -
Emerîka: Li Iraqê wê guhertinên girîng çêbibe
Ji nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê ji bo Iraqê daxuyaniyên girîng hat. Di daxuyaniyan de hat ragihandin ku hevsengiyên siyasî yên li herêmê dikevin serdemeke nû. -
Li Îranê ji ber alkola sexte 4 kes mirin, 5 kes bi jehrê ketin
Li bajarê Îranşehr ê li başûrrojhilatê Îranê ji ber alkola sexte herî kêm 4 kes mirin, 5 kes bi jehrê ketin. -
Li Kormorê hilberîn jinûve destpê kir
Li gorî di medya Iraqê de hatî ragihand hilberîna gazê ya li Qada Gazê ya Kormorê beriya demek kurt dubare destpê kir. -
NY’yê ji bo ‘înfaza li Cenînê’ daxwaza lêpirsînek serbixwe kir
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku du Filîstînî li Cenînê wekî ku ‘tê dîtin’ dema hewl didan xwe radestî polîsên sînor ên Îsraîlê bikin, tên înfazkirin. NY’ê li ser vê bûyerê banga lêpirsînek serbixwe û lezgîn kir. -
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Xezayê 'qirkirin' didome, divê zext li ser Îsraîlê bê kirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) diyar kir ku li Xezayê "qirkirin didome" û bang li civaka navneteweyî kir ku zexta li ser Îsraîlê bidomîne. -
Konseya Ewlehiyê ya NY’ê dê hefteya pêş biçe Sûriye û Lubnanê
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku wê endamên Konseyê hefteya pêş bi fermî serdana Sûriye û Lubnanê bikin. -
Neteweyên Yekbûyî: Di binpêkirinên agirbestê yên Îsraîlê yên li Lubnanê de herî kêm 127 sivîl mirin
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji dema agirbesta ku nêzî salek berê ketibû meriyetê ve, di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Lubnanê de herî kêm 127 sivîl hatine kuştin. -
Di navbera koma Tirkmen û hêzên Şamê de şer
Li Laziqiyê di navbera hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û koma Tirkmen de şer qewimî. -
Îsraîl, mirina Serfermandarê Giştî yê Hizbullahê ragihand
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşa ewil a piştî bi mehan hate lidarxistin de, Haytham Elî Tabatabai ku payebilindê duyemîn ê Hizbullahê ye, hatiye kuştin. -
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser başûrê Beyrûtê de kesek mir û 21 kes birîndar bûn
Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser taxên başûrê Beyrûtê de, kesek mir û 21 kes jî birîndar bûn. -
Li Humsê êrîşa çekdarî: ciwanek hate qetilkirin, 11 kes birîndar bûn
Di êrîşa li Taxa Muhacîrîn a li bajarê Humsê ya Sûriyeyê de ciwanek hate qetilkirin û 11 kes jî birîndar bûn.