Yekîneyên artêşa Îsraîlê ketin nava bejahiya Derayê
Hate ragihandin ku yekîneyên artêşa Îsraîlê ketin gundê li rojavayê Derayê û bendeke kontrolê danîne.
Hate ragihandin ku yekîneyên artêşa Îsraîlê ketin gundê li rojavayê Derayê û bendeke kontrolê danîne.
Dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 2 erebeyên leşkerî pêk dihat, vê sibehê ket herêma navbera gundên Meriya û Abdîn ên rojavayê Derayê. Yekîneyê li nêzî xala El Meqsem bendeke demkî ya kontrolê danî.
Çavkaniyan da zanîn ku dewriyeyê di saetên destpêkê yên vê sibehê çûn û hatine şêniyan asteng kirin, piştre vegeriya baregehên xwe.