Xwepêşandanên protestoyî yên ku 28’ê Kanûna 2025’an li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kirin, bi desteka girseya berfireh a gel dewam dikin. Li bajaran gel şev û roj di çalakiyê de ne. Duh bi şev (10’ê Çile) di serî de Tehran, Îsfahan, Şîraz, Kazvîn, Reşt, Kum, Urmiye li dehan bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi milyonan mirov li kolanan bûn. Ji ber qutbûna înternetê ya li welêt, ne pêkan e mirov di kêliyê de agahiyan bigire. Rêxistinên mafên mirovan ên serbixwe diyar dikin ku têkildarî agahî wergirtinê pirsgirêkan dijîn. Di qenalên televîzyona fermî ya dewleta Îranê de jî nayê gotin ka protesto di çi astê de ne.
LI TEHRANÊ BI SED HEZARAN LI KOLANAN BÛN
Hat ragihandin ku duh bi şev 500 hezar kesên derketin kolanên Tehranê, qad neterikandine. Gelê ku li Tehranê daket kolanê, afîşa Qasim Silêmanî şewitand. Li Qada Punak a li Tehranê bi sed hezaran kes bi dirûşmeya ‘heta ku Molla kefenê li xwe neke, ev welat nabe welat’ ber bi saziyên dewletê ve meşiyan.
Li çaremîn bajarê mezin ê Îranê, Tebrîzê jî protesto destpê kirin. Li Meşhedê jî ku weke duyemîn bajarê herî mezin ê welêt û ji aliyê Şîayan ve pîroz tê qebûlkirin, bi sed hezaran kes saziyên rejîmê dan ber agir. Gel ragihand ku heya rejîma Îranê tê rûxandin, ew ê çalakiyan bidomînin.
BAJARÊN KURDAN Û JIN LI SER PIYAN E
Di protestoyên li Ahvazê de, jin bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dîsa li refên herî pêş bûn. Li bajarên Kurdan jî her ku diçe serhildan mezin dibe. Li herêma Derah Derij a Kirmaşanê ji rojên ewilî yên serhildanê û vir ve, gel kolanan naterikîne.
ŞOREŞGERÊN ÎRANÎ BANGA AZADKIRINA GIRTIYAN KIR
Li aliyê din rêxistinên şoreşger ên li Îranê, di meşa duh bi şev de bi dirûşmeya ‘Şoreşa rast girtiyan azad dike, em biçin û dîwaran hilweşînin’ banga çûyîna Girtîgeha Evînê kir.
CENAZE LI SALONÊN SPORÊ TÊN HIŞTIN
Tê diyarkirin ku ji ber êrîşên rejîma Îranê bi sedan kes hatin qetilkirin. Her çendî ku hejmar tam zelal nebe jî, tê diyarkirin ku di dîmenên ji herêmê hatine û raporan de hat dîtin cenaze li salonên sporê tên hiştin û radestî malbatan nayê kirin. Tê gotin ku hejmara çalakvanên tên qetilkirin, her saet zêde dibe.
Hema bêje li hemû qadan, gel dibêje ku heya rejîma Îranê tê rûxandin, ew ê çalakiyan bidomînin.
LI KIRMAŞANÊ 5 WELATIYÊN KURD HATIN QETILKIRIN
Li Kirmaşanê protestoyên girseyî dewam dikin. Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku hêzên rejîma Îranê li taxa Dareh Derazê rasterast êrîşî çalakvanan kir û di encamê de 5 welatiyên Kurd ên bi navê Keywan Rezayî, Yasin Mirzayî, Behroz Safeyî, Saman Nazarî û Sayyad Faramarzi hatin qetilkirin.
Hat diyarkirin ku di heman êrîşan de herî kêm 50 kes birîndar bûn, ji birîndaran navên Aram Fethî, Muhammed Mîrî û Afşar Necatî hatin zelalkirin. Hat ragihandin ku Aram Fethî bi rengekî birîndar ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate revandin û hîna agahî jê nayê wergirtin.