Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin
Di rûniştina yekem a dewreya 6’emîn a rêzikdanînê ya Parlamentoya Iraqê de, Serokê Parlamentoyê û du cîgirên wî hatin diyarkirin.
Di rûniştina yekem a dewreya 6’emîn a rêzikdanînê ya Parlamentoya Iraqê de, Serokê Parlamentoyê û du cîgirên wî hatin diyarkirin.
Heybet Helbûsî weke namzetê Encûmena Siyasî ya Nîştimanî ya Sunniyan, di dengdana li parlamentoyê de bi bidestxistina 208 dengan bû serokê nû yê Parlamentoya Iraqê.
Îro di yekemîn civîna Dema Şeşemîn ya Parlamentoya Iraqê, piştî ku parlamenteran sonda yasayî xwarin, dengdana ji bo hilbijartina serokê nû yê Parlamentoya Iraqê hat kirin. Heybet Helbûsî di dengdana parlamentoyê de, ji 309 dengên parlamenterên di rûniştinê de amade 208 deng bidest xist û bû serokê nû yê parlamentoyê.
Her wisa di dengdanê de parlamenter Salim Îsa yê ji Lîsteya Serwerî tenê 66 deng, Emar Ebdulcebar yê ji Fraksiyona Faw-Zaxo 9 deng bidest xistin. 26 deng jî di dengdanê de şewitîn. Beriya dengdanê, Musenna Samerayî xwe ji pêşbirka hilbijartina serokê parlamentoyê vekişand.
Heybet Hemed Ebas Helbûsî li sala 1980’yê li parêzgeha Enbarê jidayik bû. Helbûsî di beşa zanistên siyasî de xwedî bawernameya masterê ye ku wek endamekê diyar yê Partiya Teqedûm tê naskirin.