Wezîfeya UNAMI ya li Iraqê bi dawî bû
Erkên Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) bi dawî bû. Ji bo pêkanîna karûbarên pêwîst ên di vî warî de wezîrê karên derve hatiye erkdarkirin.
Erkên Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) bi dawî bû. Ji bo pêkanîna karûbarên pêwîst ên di vî warî de wezîrê karên derve hatiye erkdarkirin.
Li gor medyaya Iraqê şeva 31’ê Kanûnê bi fermî piştî 22 salan erkên UNAMI li Iraqê bi dawî hat.
Hat gotin ku hikûmeta demkî ya Iraqê ji bo pêkanîna karûbarên pêwîst ên di vî warî de wezîrê karên derve erkdar kiriye.
Bi dawî hatina erkên UNAMI li Iraqê li ser daxwaza fermî ya hikûmeta Iraqê bû. Sala borî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku rewşa Iraqê aram e û di warê aştî û çareserkirina pirsgirêkan de pêşketinên berbiçav çêbûne. Ji bo wê pêwîstî bi Neteweyên Yekbûyî nemaye.
UNAMI, şandeke siyasî ya taybet ku di sala 2003’yan de, li gor biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 1500, li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê piştî rûxandina rejîma Sedam Hisên hate damezrandin. Di sala 2007’an de, wekî beşek ji alîkariya xwe ya ji bo Iraqê dibin biryarnameya 1770’an de, çarçoveya karê xwe berfireh kir.