Serokê DYE’yê Donald Trump got, eger hêzên leşkerî û ewlehiyê yên li Îranê çekan berdin, wê “mafê destnedayînê” bistînin. Trump li Qesra Spî axivî û bang li gelê Îranê kir ku rabe serhildanê û rêveberiya teokratîk a ku ji dema Şoreşa Îranê ya 1979’an û vir ve welêt bi rêve dibe, hilweşîne.
Trump bi taybetî bang li Mûhafizên Şoreşê yên Îranê, artêş û polîsên wê kir û ev tişt got, “Çekên xwe berdin. Li kêleka gelê Îranê cih bigirin. Mafê destnedayînê qebûl bikin. Yan hûn ê bi temamî di ewlehiyê de bin, yan jî hûn ê rû bi rûyê mirinê bimînin.”
Serokê DYE’yê her wiha bang li dîplomatên Îranî yên li seranserî cîhanê kir ku serlêdana îltîcayê bikin û ji bo “avakirina Îraneke nû û hîn baştir” tevkariyê bikin.
Trump car din diyar kir ku ew dixwaze ji bo rêveberiya ku wê li Îranê were avakirin, bibe xwedî mafê axaftinê û got, “DYE wê nehêle Îran gefan li Emerîka, cîranan û Îsraîlê bixwe.”