Sûniyên li Iraqê namzetên xwe yên ji bo serokatiya parlamentê diyar kirin
Tifaqa Serweriya Sûnî (Siyade) Musenna Samerayî û Mihemed Helbûsî ji bo serokatiya parlamenta Iraqê kir namzet.
Tifaqa Serweriya Sûnî (Siyade) Musenna Samerayî û Mihemed Helbûsî ji bo serokatiya parlamenta Iraqê kir namzet.
Hevpeymaniya Siyade têkildarî diyarkirina namzetên Sunniyan ji bo postê Serokê Parlamentoya Iraqê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Musenna Samerayî û Mihemed Helbûsî ji bo wergirtina postê Serokê Parlamentoya Iraqê wek namzet diyarkirine.
Hêjayî gotinêye ku duh Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan got: “Civîna yekem a parlamentoyê divê bi diyarkirina serokê parlamentoyê û cîgirên wî encam bibe. Ji ber ku di warê destûrî û yasayî de nabe were paşxistin û dirêjkirin.”