Serokkomarê Libnanê: Kes nikare li ser navê me danûstandinan bike

Serokkomar Joseph Avn, ji bo hewldanên bidawîkirina şerê li Libnanê spas kir û got ku di navbera alîkarî û destwerdanê de cudahî hene.

Piştî li Swîsrayê danûstandin di navbera Îran û DYE de destpêkirin, ku armanca wan bidawîkirina pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ye Serokkomarê Libnanê daxuyaniyek girîng da.

Hizbullah û Tehran dixwazin ku Libnan jî beşek ji peymana agirbestê ya herêmî be.

Îran berê gotibû ku heya ku êrîşên artêşa Îsraîlê li ser Libnanê bidomin, ew beşdarî danûstandinan nabe.

Lê rayedarên Libnanê dixwazin van mijaran ji hev cuda werin destgirtin. Ji bo vê yekê jî vê hefteyê li Washingtonê tê plankirin ku tûrek nû ya danûstandinan di navbera Beyrût û Tel Avivê de pêk were.

Serokkomarê Libnanê Joseph Avn, got ku ew piştgirî didin hewldanên navneteweyî yên ji bo bidawîkirina şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de.

Joseph Avn, diyar kir ku Libnan welatekî serbixwe ye û tu kes nikare li şûna Libnanê biryar bide an jî danûstandinan pêk bîne.

Avn, anî ziman ku tenê dewlet dikare her kes biparêze, ne civak û got, “Ji ber vê yekê hewce ye ku dewletek bihêz hebe ku hemû Libnanîyan temsîl bike.”

Joseph Avn, da xuyakirin ku ji bo ku çek tenê di destê dewletê de bimîne, hewldanên ji bo entegrasyona Hizbullahê di nav dewletê de berdewam in.

Serokkomarê Libnanê her wiha got ku cudahiyên fikirî asayî ne, lê nakokî û pevçûn di navbera Libnaniyan de nayên qebûlkirin.