Serokê Mossadê li Emerîkayê ye: Gelo êrîşên muhtemel ên li dijî Îranê hat taloqkirin?

Serokê Servîsa Îstîxbarata Derve ya Mossadê ya Îsraîlê David Barnea, ji bo hevdîtinên têkildarê pêşketinên li Îranê rû didin, pêk bîne sibeha Înê çû DYE’yê. Li gorî Axios û New York Timesê, êrîşên DYE’yê yên muhtemel ên li dijî Îranê hatiye taloqkirin.

Serdana serokê Mossadê David Barnea bo Emerîkayê ji aliyê Axios ve ku dispêre çavkaniyên Îsraîlî û kesên nêzîkî hevdîtinan in, hate ragihandin. Li gorî nûçeyê, tê payîn ku Barnea li Miamiyê bi Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Steve Witkoff re bicive.

Tê gotin ku Witkoff tevî rageşiya Washington-Tehranê hevdîtinên xwe yên li gel Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araghchi re didomîne.

Nûçegihanê Axios’ê Barak Ravid, diyar kir ku hîn ne diyar e ka Barnea dê li Mar-a-Lago li Florîdayê bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump re bicive an na.

ÎDÎAYÊN ÊRÎŞÊN MUHTEMEL HATIN TALOQKIRIN

Li gorî Axios, Serokê Emerîkayê Donald Trump êrîşeke leşkerî ya plankirî li ser Îranê paşxistiye. Paşxistin bi hewldanên dîplomatîk ên Erebistana Siûdî, Qeter û Omanê ve girêdayî ye. Li gorî New York Times’ê Îsraîlê jî rolek diyarker di vê pêvajoyê de lîstiye.

Rayedarên DYE’yê, diyar kirin ku vebijarka leşkerî hê li ser masê ye û gotin ku heke xwepêşander li Îranê dîsa werin darvekirin, destwerdan dikare were nirxandin.