Sendîkaya Karkerên Kurd û Îranî: Têkoşîna me wê dewam dike

Sendîkaya Karkerên Kurd û Îranî diyar kir ku hikumet di wê astê de ye ku nikare bersivê bide pêwîstiyên bingehîn ên rêveberî û jiyanê yên gel û got, "Têkoşîna me wê heta rizgariya ji zaliman dewam bike."

Sendîkaya Karkerên Azadiyê yên Kurd û Îranî derbarê xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de daxuyaniyek weşand.

Sendîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ya ku îro li kolanên welat rûdide, qêrîna xelkê ya ji ber hejarî, enflasyon, hilweşîna aborî, zilm, zordarî, bêdengkirin, tundiya ser jinan û têkçûna prensîbên jiyana civakî ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Êdî Hikumeta Îranê nikare pêdawîstiyên sereke yên jiyan û rêvebirina civakê pêşwazî bike. Hertim hêzên xwe ji bo bêdengkirina gel û xwepêşdanên aştiyane dişîne kolanan. Carek din hewl dide hemberî daxwazên bingehîn ên gel raweste. Êdî tiştek ku gelê Îranê ji dest bide nîne, kêliyek din jî vê rewşa nexweş qebûl nake û hikumet jî nikare rewşa heyî baştir bike. Heya welat ji vê zilmê rizgar dibe, wê têkoşîna me dewam bike.”

Hêjayî gotinê ye ji 28’ê Kanuna 2025’an ve li Îranê dijî krîza aborî xwepêşandan destpêkirine û heya niha jî didomin. Tê gotin di çalakiyên protetsoyê yên ji ber krîza aborî de, 17 kesan jiyana xwe ji dest daye.