Savaya: Bêîstiqrariya li Iraqê divê sala 2026’an bi dawî bibe
Nûnerê taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ê Iraqê, Mark Savaya soz da ku îsal wê Iraqek cuda û gelek guhertin hebin.
Nûnerê taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ê Iraqê, Mark Savaya soz da ku îsal wê Iraqek cuda û gelek guhertin hebin.
Nûnerê Trump ê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya bi boneya sala nû peyamek pîrozbahiyê û hişyariyê ji bo gelê Iraqê û aliyên ciyewaz belav kir.
Mark Savaya di peyama xwe de qala qonaxa nû ya aramiyê û dawî anîna gendelî û çekên bê destûr li Iraqê kir û got: “Divê di sala 2026’an de hemû pirsgirêkên li Iraqê çareser bibin. Yên herî girîng evin: Bi dawîanîna bêîstîqrarî, çekên bê destûr, milîs, aloziyên navxweyî û destwerdana derve.”
Di dewama peyama xwe de Savaya diyar kir ku sala nû dê bibe sala ji holê rakirina gendelî, talankirina dewlemendiya welêt, şûştina pereyan, peymanên sexte, dizî û xapandina qanûnê, li gel çareserkirina bêkarî, xizanî, nexwendin, kêmbûna xizmetguzariyê, neheqî û zilmê.
Hêjayî gotinê ye ku biryare di çend rojên bê de, Nûnerê DYE’yê yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya bigihije Bexdayê û dest bi karê xwe bike.