Trump vebijarkên destwerdana li dijî Îranê dinirxîne
Serokê DYE’yê Trump bi peyama “alîkarî di rê de ye” nîşana destwerdanê da gelê Îranê; Qesra Spî jî diyar kir ku “êrîşên hewayî di nav vebijarkan de ne.”
Serokê DYE’yê Trump bi peyama “alîkarî di rê de ye” nîşana destwerdanê da gelê Îranê; Qesra Spî jî diyar kir ku “êrîşên hewayî di nav vebijarkan de ne.”
Serokê DYE’yê Donald Trump, piştî mezinbûna protestoyên li Îranê û destwerdanên tund ên rejîmê, bi tîma xwe ya ewlehiya neteweyî ya asta bilind re dicive da ku gavên welatê wî biavêje binirxîne. Di hevdîtinê de gelek senaryo di nav de dîplomasî, êrîşên leşkerî, operasyonên sîber û cezayên nû li ser maseyê ne.
Li gorî rayedarên ku ji çapemeniya DYE’yê re axivîn, Trump dê piştî peyamên "lihevhatinê" yên ku dawiya hefteyê ji Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araghchi hatine, biryarê bide ka dê demê bide dîplomasiyê an na. Hin rayedarên payebilind van peyaman wekî ku Tehran ji muzakereyê re vekirî ye şîrove dikin, hinên din jî difikirin ku ev manevrayek e ji bo paşxistina êrîşeke pêkan a DYE’yê.
BANGA “SAZIYAN BI DEST BIXÎNIN”: “ALÎKARÎ DI RÊ DE YE”
Trump di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Truth Social de bang li gelê Îranê kir ku protestoyên xwe bidomînin. Trump di parvekirina xwe de ev îfade bi kar anîn:
“Welatparêzên Îranî, BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN – SAZIYÊN XWE BI DEST BIXÎNIN!!! Nav bi nav kujeran tomar bikin. Dê berdêleke giran bidin. HETA KU kuştina bêwate ya çalakgeran BISEKINE, min hemû hevdîtinên bi Rayedarên Îranî re betal kirin. ALÎKARÎ DI RÊ DE YE. MIGA!!!”
Her çend ne diyar be ku Trump bi gotina “help is on its way / alîkarî di rê de ye” çi mebest kiriye, daxuyaniya Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt a ji rojnamevanan re nîşan da ku vebijarkên leşkerî jî di rojevê de ne. Leavitt diyar kir ku êrîşên hewayî "yek ji gelek vebijarkan" e ku Trump dinirxîne, lê dîplomasî "her wiha vebijarka yekem" e.
VEBIJARKA ÊRÎŞA LEŞKERÎ LI SER MASEYÊ YE
Heke Trump ronahiya kesk ji dîplomasiyê re veneqetîne, di nav vebijarkan de êrîşa leşkerî ya rasterast a DYE’yê ya li ser Îranê jî heye. Rayedar diyar dikin ku di êrîşeke pêkan de tesîsên mayî yên bernameya nukleerî ya Îranê, avahiyên hikûmetê yên li Tehranê yan jî binesaziyên girêdayî saziyên ewlehiyê dikarin bibin armanc. Tê gotin ku êrîşeke bi vî rengî dikare di nav çend rojan de pêk were.
ÊRÎŞA SÎBER Û CEZA DI ROJEVÊ DE NE
Ji xêncî êrîşa leşkerî, vebijarkên din jî li pêşiya Trump hene. Rêveberiya DYE’yê destwerdanên "asta kêm" ên wekî êrîşên sîber ên li dijî Îranê, cezayên aborî yên nû yan jî gavên ji bo xurtkirina gihîştina înternetê dinirxîne.
GEFÊN EŞKERE YÊN TRUMP
Trump ji serê meha Rêbendanê ve gelek caran hişyarî da rêveberiya Îranê. Trump got ku heke tundiya li ser çalakgeran berdewam bike, DYE dê bersiveke "pir tund" bide û bi peyama xwe ya dawî re ne tenê zimanê gefê, di heman demê de bangên rasterast ên rêberiya siyasî jî xist dewrê.
Aliyê Îranê jî ragihand ku li dijî destwerdaneke muhtemel a DYE’yê, dê bingehên Amerîkî yên li herêmê bibin hedef. Rêberê olî yê Îranê Elî Xameneyî jî bang li Trump kir ku "bala xwe bide ser pirsgirêkên welatê xwe."