Hêzên dewleta Îranê yek jê jin 3 ciwan qetil kirin
Hêzên dewleta Îranê li Abdanan û Tehranê xwepêşandarên ciwan hedef girtin. Di encama êrîşê de Vahîd Abdullahî, Alî Abbasî û Rûbîna Amînîan (24) qetil kirin.
Hêzên dewleta Îranê li Abdanan û Tehranê xwepêşandarên ciwan hedef girtin. Di encama êrîşê de Vahîd Abdullahî, Alî Abbasî û Rûbîna Amînîan (24) qetil kirin.
Xwepêşandanên gel ên li Îranê berdewam dikin û hêzên dewletê êrîşên xwe yên li ser xwepêşanderan zêde kirine. Di xwepêşandanên li Abdananê de Vahîd Abdullahî hat qetilkirin. Li Tehranê jî ciwanên bi navê Alî Abbasî û Rûbîna Amînîan (24) hatin qetilkirin.
Li gorî agahiyên medyaya Îranê, Alî Abbasî yê ku ji herêma Gîlan a Kirmaşanê ye, di xwepêşandanên ku êvara Înê hat lidarxistin de ji hêla hêzên dewletê ve hat qetilkirin. Tê gotin ku Rûbîna Amînîan ji Merîwanê ye.
Navenda bajarê Abdanan ê ku bajarek sembolîk a parêzgeha Îlamê ye û ji rojên pêşîn ên xwepêşandanan ve di bin kontrola gel de ye. Hêzên rejîmê li hemberî vê yekê li Rojhilatê Kurdistanê ji roja pêşîn a xwepêşandanan ve bi guleyên rastîn êrîşî gel dike.
Li paytext Tehranê daketina kolanan a ji hemû beşên civakê berdewam dike. Tevî hemû êrîşan jî xwepêşandanên her ku diçe berfirehtir û girseyî dibin. Xwepêşandanên li Tehranê îro jî berdewam kirin.