Sekreterê Meclisa Bilind a Elewî li Tertûsê hat binçavkirin

Komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê sekreterê Meclisa Bilind a Elewî li Sûriyeyê û Diyasporayê Şêx Asif Muhena li bajarê Tertûsê binçav kir.

Komên girêdayî hêzên hikümeta demkî bêyî tu tohmetan nîşan bidin sekreterê Meclisa Bilind a Elewî li Sûriyeyê û Diyasporayê Şêx Asif Muhena li Tertûsê binçav kir.

Hemwextî girtina hejmarek mezin ji şêniyên tev li xwepêşandanên li peravê û hundirê Sûriyeyê yên hefteya borî bûne, Şêx Asif Muhena jî bi heman mijarê hat girtin.