Hevdîtinên di navbera Şam û Îsraîlê de li Parîsê tên kirin
Di navbera Sûriye û Îsraîlê de, bi navbeynkariya DYE'yê tûreke nû ya hevdîtinan li Parîsê tê lidarxistin.
Di navbera Sûriye û Îsraîlê de, bi navbeynkariya DYE'yê tûreke nû ya hevdîtinan li Parîsê tê lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku ajansa fermî ya hikûmeta Şamê SANA'yê ragihandine, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad el-Şeybanî, ji meha îlonê û vir ve cara yekem e beşdarî hevdîtinên nerasterast ên bi rayedarên Îsraîlî re dibe.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Fransî AFP’ê ku dispêre du çavkaniyên dîplomatîk, tûra muzakereyan li Parîsê pêk tê.
Hate diyarkirin ku di hevdîtinên bin koordînasyona DYE'yê de, serokê îstîxbarata Sûriyeyê Huseyîn el-Selame jî amade ye.
Dema tê ragihandin ku alî armanc dikin di navbera her du welatan de bigihîjin "peymaneke ewlehiyê ya li ser bingeha hevsengiyê"; di navenda muzakereyan de ji nû ve aktîfkirina Peymana Veqetandinê ya sala 1974'an û vekişîna hêzên Îsraîlê ji herêmên ku di dema dawî de dagir kirine, heye.
Rêveberiya nû ya Îslamî ku piştî ketina Beşar el-Esad a di Kanûna 2024'an de hate ser kar, di bin çavdêriya DYE'yê de bi Îsraîlê re têkiliyên asta bilind dabû destpêkirin. Lê belê tê gotin ku muzakere ji ber daxwaza Îsraîlê ya ji bo avakirina herêmeke berfireh a bêçek li başûrê Sûriyeyê, xitimiye.
Ji dema hilweşîna Esad û vir ve, Îsraîlê bi sedan êrîşên asmanî birine ser Sûriyeyê, operasyonên leşkerî li dar xistine û li herêma tampon a li Girên Golanê leşker bi cih kirine.