Netanyahu bi Trump re civiya

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, ji bo nîqaşkirina derbasbûna qonaxa duyemîn a agirbesta Xezayê û mijarên ewlehiya herêmî, bi Serokê DYE’yê Trump re hat cem hev. Trump şertê bêçekkirina Hamasê destnîşan kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, di çarçoveya fikarên derbarê qonaxa duyemîn a agirbesta hesas ya Xezayê û "mijarên ewlehiya herêmî" de, li Mar-a-Lago ya Florîdayê bi Serokê DYE’yê Donald Trump re civiya.

Trump diyar kir ku ew hêvî dike di dema herî nêz de derbasî qonaxa duyemîn a plana Xezayê bibin, lê tekez kir ku bêçekkirina Hamasê şertekî sereke ye. Di hevdîtinê de her wiha mijarên jinûve avakirina Xezayê, ewlehiya herêmî û geşedanên pêkan ên têkildarî Îranê hatin nirxandin.

Trump destnîşan kir ku heke Îran tesîsên xwe yên nukleerî ji nû ve ava bike, DYE dê tevdîrên tund bigire; lê belê li ser îxtîmala peymanekê jî sekinî.

Di dema şer de li Xezayê ku piraniya wan sivîl in, zêdetirî 70 hezar Filîstînî hatin qetilkirin û hema bêje hemû hejmara herêmê ya ku 2,3 mîlyon e, ji cih û warên xwe bûn. Li Xezayê ji agirbesta meha Cotmehê û vir ve nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi sed hezaran mirov hîna jî di bin şert û mercên giran de dijîn.