Rayedarên Iraqî yên Hîzbûllah û Hûsî xistin lîsteya terorê ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Hikumeta Iraqê diyar kir ku rayedarên Iraqî yên ku Hûsiyên Yemenî û Hîzbûllah a Lubnanê xistin nava lîsteya terorê ji wezîfeyê hatine dûrxistin.
Hikumeta Iraqê diyar kir ku rayedarên Iraqî yên ku Hûsiyên Yemenî û Hîzbûllah a Lubnanê xistin nava lîsteya terorê ji wezîfeyê hatine dûrxistin.
Hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyek ragihand lêkolîna ku di derbarê kesên ku navên Hizbullaha Lubnanê û Husiyên Yemenê xistibûn lîsta terorê de hatibû destpêkirin, bi dawî bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî encamên lêkolînê radestî hikûmetê hate kirin, desteya wezîran biryara ji kar dûrxistina çend berpirsek da û li şûna wan jî hin kesên nû hatin erkdarkirin.
Roja 4’ê Kanûnê Rojnameya Waqî ya fermî ya Iraqê di hejmara xwe ya nû de ragihand ku Iraqê li ser bingeha biryarên Komîteya Astengkirina Pereyên Terorê ya di Sekreteriya Giştî ya Encumena Wezîran de, Hûsiyên Yemenê û Hizbûllaha Lubnanê wek rêxistina ‘terorî’ destnîşankiriye.
Piştre Komîteya Astengkirina Pereyên Terorê ya Banka Navendî ya Iraqê di daxuyaniyek de ragihand ku navên her du komên çekdar ji lîsteya terorê hatine derxistin, biryar tenê aliyên girêdayî DAIŞ û El Qaideyê digre nava xwe.