Rayedarên Iraqî têkildarî rewşa Kampa Holê civiyan

Dezgeha Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê ragihand ku ew bi rojeva Kampa Holê civiyan.

Dezgeha Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro derbarê girtina doza Kampa Holê de civînek hatiye lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê bi amadebûna Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî, nûnerê Wezîrê Karê Hindir, Wezareta Koç û Koçberan, cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş, Dezgeha Îstîxbaratê û endamên lijneya peywendîdar, derbarê girtina doza Kampa Holê de civînek hatiye lidarxistin.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku di civînê de dema dawî ya veguhestina karwana dawî ya malbatên Iraqî ji Kampa Holê hatiye nîqaş kirin.

Herwiha hate gotin ku di civînê de li ser mekanîzmayên ewlehî, îstîxbarat, aliyên lojîstîkî, bihêzkirina tedbîrên kontrolkirina ewlehiyê ya ji bo daneyên malbatê, ji bo misogerkirina vegera wan a ewle û rêkûpêk, nîqaş hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye di Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê de, bi hezaran welatiyên Iraqî hene. Piraniya wan jî malbatên DAÎŞ’î ne. Heya niha bi sedan malbat ji kampê ji bo Iraqê hatine vegerandin.