Balafira ku Serokê Fermandariya Giştî yê Lîbyayê tê de bû, demeke kurt piştî ku ji Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê bi hewa ket, li nêzî navçeya Haymana ya Enqereyê kete xwarê. Di balafira bi tîpa Falcon 50 de Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê Muhammed Ali Ahmed el Haddad, Fermandarê Hêzên Bejahî yên Lîbyayê Korgeneral Futuri Gribel, Fermandarê Saziya Îmalata Leşkerî Tûggeneral Mahmud el-Katavi, Şêwirmendê Serokê Fermandariya Giştî ya Lîbyayê Muhammed el-ssavi Diyab, wênekêşê Serokatiya Fermandariya Giştî Muhammed Omer Ahmed Mahcub û sê personelan jiyana xwe ji dest dan.
Gava ku bi bûyerên di nava hefteya dawî de qewimîn ev bûyer bê nirxandin, wê gumanên cidî bê dîtin ku ketina balafira Al-Haddad tesadufî nîne. Destpêkê Peymana Gaza Xwezayî ya Îsraîl-Misrê di 17'ê Kanûna 2025'an de hate îmzekirin ku li gorî vê yekê hikumeta Îsraîlê wê 10 salan bi buhayê 35 milyar dolarî gazê bifiroşe Misrê. Heman piştî vê yekê di çarçoveya Pêngava Enerjiyê ya Îsraîl-Qibris-Yewnanistanê de li Qûdsê hevdîtin hatin kirin; di 22'ê Kanûnê de hersê welatan lihev kirin ku hevkariya enerjiyê zêde bikin û ji bo projeyên li Rojhilatê Derya Spî hevkariyê bikin.
Heman rojê tezkereya Serokkomariyê li Civata Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin ku bi tezkereya şandina leşkerên Tirkiyeyê ji bo Lîbyayê, dema wezîfeyê ya Hêzên Çekdar ên Tirk a li Lîbyayê du salên din dirêj dike. Rojek piştî qebûlkirina tezkereyê di 23'ê Kanûnê de jet a taybet ku Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê Muhammed el-Haddad demeke kurt piştî ji Enqereyê bi hewa ket, ji ber sedemeke teknîkî ket û Al Haddad û heyeta pê re jiyana xwe ji dest dan.
Heman piştî mirina Al Haddad ji bo Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê Salah el-Namroush bi rengê wekaletê hate tayînkirin ku tê gotin, yekî nêzî Tirkiyeyê ye.
LÎBYA YA PARÇEBÛYÎ
Lîbya sala 2011'an bi destwerdana "Berpirsyariya Parastinê" ya NATO'yê piştî hilweşandina Muammer Kaddafi kete nava şerekî navxweyî. Rojavayê welêt ji aliyê Hikumeta Yekîtiya Neteweyî (GNU) ve tê birêvebirin ku bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyeke nêz e. Trablus, peravê rojava û derdora wê bi ser Trablusê ve ye ku navenda fermî ya hikumeta GNU ye. GNU piştgiriya siyasî û leşkerî ji Tirkiye û Qatarê dibîne. Ji aliyê Yekîtiya Ewropa (YE) û hin welatên rojavayî ve tê naskirin.
Rojhilatê welêt yanî Tobruk, Bingazi û Kembera Çolê di bin kontrola Hikumeta Aramiya Neteweyî (GNS) de ye ku bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (LNA) re li heman eniyê ye. LNA di bin fermandariya General Halife Hafter de ye û piştgiriyê ji dewletên weke Rûsya, Îmarat û Misrê werdigire. Her wiha demeke nêz beriya niha bi Pakistanê re jî peymaneke alavên leşkerî ya berfireh îmze kir.
Sirte, Cufra û derdora wê herêmeke şer ku weke qadeke sêyemîn e. Kontrola van herêman di navbera GNU û LNA de dem bi dem tê guhertin. Navendên stratejîk ên weke Sirteyê ji aliyê aboriyê (qadên petrolê) û leşkerî ve gelekî girîng e.
Li gel parçebûna siyasî û cografî li Lîbyayê ji aliyê polîtîk ve sê navendên hêzê yên bi bandor hene. Ya yekemîn herêma rojava ku hikumeta GNU bi bandor e, bi gotineke din Tirkiye. Qatar ji aliyê fînansî ve piştgiriyê bike jî hêza siyasî û leşkerî ya herî bi bandor a li herêmê Tirkiye ye. Ya duyemîn; li herêma di bin kontrola LNA'yê de Rûsya heye. Îmarat û Misir bi vê herêmê re xwedî têkiliyan jî be ji aliyê leşkerî ve hêza bi bandor Rûsya ye.
TIRKIYE
Li Lîbyayê yek ji hêzên derve yên ji aliyê leşkerî ve girîng e, Tirkiye ye. Di vir de jî Tirkiye xwedî wê armancê ye ku tezên xwe yên li Derya Spî xurt bike. Tirkiyeyê bi hikumeta Serrac a li Lîbyayê re di 27'ê Mijdara 2019'an de Peymana Bisînorkirina Qadên Erka Deryayê ya li Derya Spî îmze kir. Lê belê Parlamenta LÎbyayê ya li Rojhilatê Lîbyayê wê demê ev lihevkirin erê nekir. Li gel vê yekê jî Tirkiye bi gotina 'Welatê Şîn' vê metnê weke argumaneke girîng bi kar tîne.
Tirkiyeyê di 3'ê Cotmeha 2022'an de bi Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê re Metneke Mutabaqatê ya xurtkirina hevkariya bazirganî, rêveberî, hiqûqî, teknolojîk, teknîkî, zanistî ya li bejahî û deryayî ya li qada hîdrokarbonê îmze kir.
Vê mutabaqatê zemînek ji karên hevpar ên li rojhilatê Derya Spî re amade kir û li aliyê ewlehiya enerjiyê ve weke gaveke girîng hate nirxandin. Ev peyman wî mafî dide Tirkiyeyê ku li Herêma Aboriyê ya Lîbyayê li petrolê bigere û derxîne.
Di Hezîrana 2025'an de di navbera Saziya Petrolê ya Neteweyî ya Lîbyayê (NOC) û Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) de li çar parselan peymanek li ser lêkolînên sîsmîk hate îmzekirin.
Li gel van peymanan di navbera Tirkiyeyê û hikumeta Abdulhamid Dibeybe ya Trablusê de peymanên hevkariya lekerî jî gelekî xurt e. Li gel piştgiriya perwerde û tekonolojiyê Tirkiye gelek baregehên hewayî û deryayî yên li Lîbyayê bi kar tîne. Tirkiye bi rêya navenda drone ya li rojavayê Lîbyayê piştgiriya ewlekarî û îstîxbarata leşkerî dide hikumeta Dibeybe. Her wiha li gel 3 hezar leşkerên fermî yên Tirkiyeyê yên li Lîbyayê xwedî hêzeke paramîlîter e ku hejmara wan nayê zanîn.
RÛSYA
Rûsya ku têkiliya xwe bi rojhilatê welêt re heye, bi taybetî piştî hilweşîna rejîma Baas a li Sûriyeyê giraniya xwe da ser Lîbyayê. Baregeha Hewayî ya Maaten el-Sarra ya li başûrê Lîbyayê cihekî stratejîk ê Rûsyayê ye ku li ser sînorê Çad û Sûdanê ye. Tê gotin, Rûsya vê baregehê ji bo destwerdana li herêma Sahelê bi kar tîne û ji aliyê Îmarat ve tê fînansekirin.
Rûsya weke parçeyek ji korîdora derbasbûna ber bi Sahelê baregeha El-Hadim a li rojhilatê Lîbyayê, baregeha el-Cufra ya li herêma navîn a Lîbyayê, baregeha Brak el-Şati ya li nêzî Sabhayê û baregeha el-Kardabiya ya li başûrê Sirteyê bi kar tîne. Rûsya bi vî rengî artêşa xwe li Efrîkayê bi cih dike û çekan dide hevalbendên xwe yên li Efrîkayê.
Bi rêya van baregehên hewayî Rûsya piştgiriya leşkerî û lojîstîkî dide cûntayên leşkerî ıyên li Sûdan, Malî, Nîjer û Bûrkîna Fasoyê. Tê gotin, hêza Rûsyayê ya 2 hezar leşkerî ya Efrîkayê li rojhilatê Lîbyayê piştgiriyê dide Halife Hafter.
Îmarat û Misir li gel ku bi Rûsyayê re tevdigerin ji aliyê leşkerî ve bi qasî Rûsyayê bi bandor nînin.
YEKÎTIYA EWROPA Û ROJAVA
Li Lîbyayê her wiha aliyek heye ku dixwaze bi Yekîtiya Ewropayê û Rojava re têkiliyên xurt dîne; lê belê di heman demê de naxawze di navbera Tirkiye, Qatar, Rûsya, Misir û Îmarat de asê bimînin û xwe weke 'serxwebûnparêz'an pênase dikin. Ev hêz dibêje, divê hêzên leşkerî yên biyanî xwe ji Lîbyayê vekişînin û pirsgirêkên di navbera GNU û LNA'yê de bi rêya muzakereyê bêne çareserkirin.
Mebest ji hêzên biyanî bêguman hêzên paramîlîter ên weke Wanger ên Rûsyayê, leşkerên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ku li dijî Rojava da şerkirin û piştre derbasî Lîbyayê kir.
Nerazîbûna herî mezin a li hemberî peymana ku Tirkiyeyê di sala 2019'an de îmze kir ji Yekîtiya Ewropayê hatibû.
Yekîtiya Ewropa ku polîtîkayên Tirkiye û Rûsyayê yên li Rojhilatê Derya Spî rexne dike, hem ji Rûsyayê hem jî ji Tirkiyeyê dixwaze ku xwe ji Lîbyayê vekişînin. Nearamiya li Lîbyayê jî bi rakêşiya navbera van herdu hêzan ve girê dide.
Yekîtiya Ewropayê di 31'ê Adara 2020'î de bi hinceta ku şer û nearamiya li Lîbyayê ji ber destwerdana derve, parçebûna saziyî, belavbûna çekan a bê kontrol û aboriya talanker e, her wiha ji ber ku ev yek gefê li aştî û ewlehiya navneteweyî dixwe, bi navê Operasyona Îrînî ku bi Yewnanî tê wateya 'Aştiyê' da destpê kir. Di salên derbasbûyî de di çarçoveya Operasyona Îrînî de bi hinceta ku çek ji Lîbyayê re birine hin keştiyên bazirganiyê yên Tirk kontrol kir û dem bi dem dest lê werda.
Herî dawî peymanên ku Tirkiyeyê bi Lîbyayê re îze kir bûn sedema nerazîbûna Îsraîl, Qibris, Yewnanistan û Misrê. Her wiha karên sondajê û liv û tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê ya li rojhilatê Derya Spî têkiliyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Tirkiyeyê re anîbû ber qutbûnê. Vê rewşê bandor li raporên pêşketinê yên salane yên Yekîtiya Ewropayê jî kiribû.
SALAH AL NAMROUSH Ê KU TEZÊN TIRKIYEYÊ DIXE MERIYETÊ
Piştî ku sê beşên ji aliyê siyasî ve li Lîbyayê bi bandorin hate destnîşankirin, girîng e ku fîgurên weke Muhammed el-Haddad û Salah el Namroush bê bîranîn.
Serokê Konseya Serokatiyê ya Lîbyayê Muhammed el-Menfi û Serokê Fermandariya Giştî ya Lîbyayê Muhammed el-Haddad dixwazin "Hêzên biyanî ji Lîbyayê vekişin" û ew kesayet bûn ku dixwestin bi Halife Hafter re hêzeke hevpar bê avakirin. Ji xwe tê îdîakirin ku el-Haddad hefteyek beriya serdana Tirkiyeyê bi Hafter re peymanek mohr kiribû.
Tê gotin, yek ji kesên ku herî zêde ji ber mirina El-Haddad ketiye, Hafter e. Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê di daxuyaniyeke hêzên çekdar ên li rojhilatê Lîbyayê de hate gotin, Hafter "Ji ber vê windahiya trajîk gelekî xemgîn bûye." Her wiha ji malbata el-Haddad, qebîleya wî, bajarê wî û tevahiya "gelê Lîbyayê" re sersaxî xwestiye.
Piştî mirina el-Haddad ji bo wezîfeya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Lîbyayê bi wekaletî Salah el Namroush hate tayînkirin. Li ser vê yekê, yek ji kesên nêzî rêxistina îstîxbaratê ya Tirk Doç. Dr. Ali Burak Daricili bi gotina, "Selahhaddin en-Nemruş ku yekî hîn bêhtir nêzî Dewleta Komara Tirkiyeyê ye weke Serokê Fermandariya Giştî hate tayînkirin" bal kişand ser têkiliya navbera Salah el-Namroush û Tirkiyeyê.
Bi kurtasî li şûna fermandarekî lihevkirinê, li Lîbyayê fermandarekî bi piştgiriya Tirkiyeyê ku nêzî tezên Tirkiyeyê ye, bi wekaletî hate wezîfedarkirin.