Qasim Erecî: Peywira NATO li Iraqê ne şer, şêwirmendiye

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî li gel Serokê Lijneya Leşkerî ya NATO’yê Giuseppe Cavo Dragone civiya û diyar kir ku peywira NATO ya li Iraqê ne şer, şêwirmendiye.

Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê ragihand ku Qasim Erecî li Bexdayê bi Serokê Lijneya Leşkerî ya NATO’yê Giuseppe Cavo Dragone û şandeya li gel wî re civiya.

Hate diyarkirin ku her du aliyan li ser rêbazên pêşxistina têkiliyên di navbera Iraq û NATO’yê de, bi taybetî di warên perwerde, danûstandina pisporî û şêwirmendiyê de, nîqaş kirin.

Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku Qasim Erecî di civînê de diyar kiriye ku ‘peywira nûnertiya NATO’yê ya li Iraqê şêwirmendî ye, ne şerkirine’.

Hate destnîşankirin ku Erecî di civînê de, diyar kir ku serdana berê ya serokwezîrê Iraqê ji bo Brukselê pabendbûna Iraqê ji bo xurtkirina têkiliyên bi welatên NATO’yê re bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar bike nîşan daye.

Qasim Erecî, aniye ziman ku fikarên Iraqê li ser hilweşandina kampa Hola ji ber gefên li ser ewlehiya neteweyî, herêmî û navneteweyî hene, Iraq ji bo veguhestina welatiyê xwe yê dawî ji kampê, dixebite.

Erecî got: “Iraq di vejandin û ji nû ve tevilkirina malbatên ku vedigerin civakê de serketî bûye. Ev di serî de mijarek mirovî ye. Teror aştiya civakî û navneteweyî tehdît dike. Teror bi dem û cihekî diyarkirî ve sînordar nîne. Ev yek jî pêwîstî bi civaka navneteweyî heye ku ji bo têkbirina çavkaniyên terorê yên medyayî, darayî û mirovî, xebat bê kirin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Serokê Lijneya Leşkerî ya NATO’yê Cavo Dragon jî serketina hilbijartinên parlementa Iraqê pîroz kir û destnîşan kir ku NATO bi rêya danûstandina pisporî, perwerde û dayîna şîretan dixebite ku têkiliyên xwe bi Iraqê re xurt bike. Cavo Dragon hewlên Iraqê yên ji bo veguhestina malbatan ji Kampa Holê, ji nû ve avakirina wan û tevilkirina wan di civakê de pesnê Iraqê da û nîşan da ku civaka navneteweyî ji bo welatiyên xwe ji kampê vekişîne tê teşwîqkirin.