Xwepêşandanên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî destpêkirine, dewam dikin. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.
Li gor dîmenên ku li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, di roja 10’emîn a xwepêşandanan de jî hêzên rejîmê bi şêwazek tûnd êrişî ser xwepêşandanan dike. Kesên ku di xwepêşandanan de birîndar dibin, ji tirsa ku ewê li nexweşxaneyan werin binçavkirin, nikarin serî li nexweşxaneyan bidin.
Xwepêşandana gelên Îranê li 257 navçe, 88 bajarok û 27 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 17 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevlî xwepêşandan bûne.
Li aliyê din medyaya ser bi desthilata Îranê dest bi belavkirina dîmenê ‘li xwe mukurhatinên xwepêşanderan’ kiriye. Lê nayê zanîn ew xwepêşander dibin çi şert û mercan de îfadeyên wan tên girtin û belavkirin.
Ji aliyê rêxistinên mafên mirov, saziyên çapemeniyê yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve jî amarên cûda li ser binçavkirin, qetilkirin û birîndarkirina xwepêşanderan belav dikin.
Li gorî daneyên Rêxistina Herana di nava 10 rojan de herî kêm hezar û 203 xwepêşander hatine binçavkirin, her wiha herî kêm 29 xwepêşander hatine qetilkirin û 64 xwepêşander jî birîndar bûne.