BI DÎMEN

Prof Abbas Valî: Vebijarkên rejîma Îranê pir kêm in

Pisporê Îranê Prof. Abbas Valî got: “Desthilatdariya Îranê niha di qonaxa herî qels a dîrokê de ye. Tundî tenê hêza mayî ya rejîmê ye. Piştgiriya gel herî zêde ji sedî 10 e û vebijarkên wan pir kêm in. Divê muxalefet jî bibe avahiyeke demokratîk.”

Sosyolog û pisporê Îranê Profesor Abbas Valî, diyar kir ku serhildanên gel ên li Îranê, ku ji 10 rojan zêdetire berdewam dikin, encama hilweşîna aborî ya welêt, krîza serweriyê û windakirina rewatiya siyasî ne. Valî, da xuyakirin ku rejîma Îranê êdî nikare ji bilî rêbazên tundiyê welêt birêve bibe û got ku tundî bûye yekane şêweya rêveberiyê ya mayî di destê hêza serdest de.

Valî, destnîşan kir ku her çend serhildanên heyî ji serhildana Jin Jiyan Azadî ya 2022’yan berfirehtir bin jî, kûrahiya wan a demokratîk qelstir e. Valî, rave kir ku sedema sereke ya vê yekê hewldana muxalefeta monarşîst a rastgir e ku serhildanê ber bi armancên xwe yên siyasî ve dibe û got ku ev rewş bûye sedem ku gelek beşên civakê bi baldarî nêzî pêvajoyê bibin.

KURDAN KOORDÎNASYONA XWE AVA KIRINE, REJÎM DESTEK WINDA DIKE

Valî, diyar kir ku partiyên siyasî yên Kurd li Îranê biryar dane ku bi avakirina navendeke koordînasyonê ya hevpar çalakiyên li dijî rejîmê hevrêz bikin û ew bi bangên grevan piştgiriyê didin serhildanê. Valî, da zanîn ku rejîma heyî bi piranî desteka civakî winda kiriye û got ku îro tewra bi texmînên herî geşbîn jî, tenê girseyek ji sedî 10 destek dide rejîmê.

Valî, her wiha destnîşan kir ku di nav bloka desthilatdariyê ya dewletê de nîşanên hilweşînê hene û diyar kir ku krîzên aborî, ewlehî û leşkerî û her wiha şerê dawî yê bi Îsraîl û DYE’yê re, ev hilweşîn bileztir kiriye.

VEBIJARKÊN REJÎMÊ SÎNORDAR IN

Profesor Valî, da zanîn ku rejîm di esasê de bi sê vebijarkan re rû bi rû ye û van vebijarkan bi vî rengî rêz kir: zêdekirina tundiya dijwar, bi DYE’ê re muzakere kirin û dev ji bernameyên xwe yên nukleerî û fuzeyî berdan an jî destpêkirina pêvajoyek reformên navxweyî ya radîkal.

GER DEMOKRATÎKBÛN PÊK NEYÊ XETERE MEZIN E

Valî, anî ziman ku daxwazên wekî azadiya jinan û mafên etnîkî û çandî di serhildana heyî de di plana piştê de hatiye girtin û got ku ev yek jî xwezaya demokratîk a tevgerê qels dike. Valî, got ku peywira bingehîn ê hêzên demokratîk ew e ku tevgerê ber bi rêyek piralî, azadîxwaz û berfireh ve bibin.

Valî, her wiha da zanîn ku eger bi vî rengî pêş nekeve dibe hevpeymaniyek di navbera hêzên monarşîst ên rastgir û hin klîkên di nav rejîmê de pêk were û got ku senaryoyek wisa dê gefek cidî li ser muxalefeta demokratîk çêbike.

Profesor Abbas Valî, di encamê de diyar kir ku krîza li Îranê pir kûr û sîstemîk e ku bi reforman jî zehmete çareser bibe û got ku rejîm di yek ji demên xwe yên herî qels ên dîrokê de, derbas dibe.