Pêşnûmaya Xezeyê eşkere bû: Trump dikare li Xezeyê rayeyên berfireh bigire destê xwe

Eşkerebûna pêşnûmaya biryara têkildarî ‘’Konseya Aşitiyê’’ ya hefteya borî li Davosê ji aliyê Serokê DYE’yê Donald Trump ve hate ragihandin, nîşan da ku di mijara rêveberiya Xezeyê de dayîna rayeyên berfireh ên ji Washingtonê re di rojevê de ye.

Li gorî teksta ji aliyê New York Timesê ve hate lêkolînkirin, Trump dikare di rêveberiya Xezeyê de roleke girîng bilîze.

Li gorî pêşnûmayê serokê Konseya Aşitiyê Donald Trump bi xwe dikare kesên ku di rêveberiya Xezeyê de cih bigire, erkdar bike.

Her wiha tê diyarkirin ku serok dikare biryarên konseyê erê bike, di rewşên lezgîn de wan betal bike û şûngirê xwe bi xwe hilbijêre.

Li gorî New York Timesê pêşnûmaya berbehs hê jî tê nîqaşkirin û hê ne diyar e ku teksta dawîn e yan na. Lê belê Koşka Spî beriya niha dabû zanîn ku dibe Jared Kushner ê zavayê Donald Trump û Serokwezîrê berê yê Îngilistanê  Tony Blair di rêveberiya konseyê de cih bigirin. Her wiha di tekstê de tê îfadekirin ku wê Şêwirmenda Taybet a Trump Susie Wiles û parêzerê ji New Yorkê Martin Edelman jî do Konseyê de bixebitin. Lê belê ev kes hê bi awayekî fermî nehatine eşkerekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Konseya Aşitiyê di çarçoveya Forûma Aborî ya Cîhanê de hefteya borî roja Pêncşemê li Davosê bi awayekî fermî hate avakirin. Her wiha Azerbeycan û Qeterê lihevkirin îmze kirin û gelek welatên Ewropayê jî bi bimesafe nêzîkî vexwendinê bûn.