'Namzetiya Nûrî Malîkî ya ji bo Serokwezîrtiyê diyar bû'
Ji lîderên Koalîsyona Dewleta Yasayê Ziya Nasrî diyar kir ku Muqteda Sadr namzetiya Nûrî el Malîkî ya ji bo Serokwezîrtiyê pejirandiye.
Ji lîderên Koalîsyona Dewleta Yasayê Ziya Nasrî diyar kir ku Muqteda Sadr namzetiya Nûrî el Malîkî ya ji bo Serokwezîrtiyê pejirandiye.
Yek ji berpirsên Hevpeymaniya Dewleta Yasa Ziya Nasrî, di daxuyaniyek ji bo çapemeniya Iraqê de eşkere kir ku Serokê Tevgera Netewî ya Şîeyan Muqteda Sedir li ser namzetbûna Nûrî Malikî ya ji bo peywira serokwezîrtiya Iraqê raziye. Her wiha diyarkir ku bersiva Merceya Şie ya ji bo Çarçoveya Hemahengî jî erêniye.
Ziya Nasrî diyarkir piştî ku namzetiya Malikî zelal bû, Şieyan dest bi danûstandin û dabeşkirina wezaretan kirine.
Her wiha Ziya Nasrî eşkere kiriye ku niha li parlamentoyê 80 parlamenter piştgiriya Malikî dikin û wê di civîna bê ya Çarçoveya Hemahengî de navê Malikî wek take namzet were ragihandin.