Muhafizên Şoreşê: Me bersivda êrîşên DYE’yê

Muhafizên Şoreşê yên Îranê da zanîn ku artêşa DYE’yê êrîşên li ser hin keştiyên bazirganiyê weke hincet nîşan daye û êrîşî xaka Îranê kiriye. Îranê diyar kir ku wê li hemberî êrîşan bi moşekan baregehên leşkerî yên DYE’yê hedef girtiye.

Muhafizên Şoreşê yên Îranê derheqê êrîşên artêşa DYE’yê yên li ser hin keştiyên Îranê û bi taybetî jî hin xalên li Tengava Hurmuzê daxuyaniyeke fermî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî ku Îsraîlê agirbesta li Libnana Başûr binpê kiriye rêveberiya DYE’yê weke hemû caran sozên ku dane binpê kirine. Muhafizên Şoreşê li hemberî êrîşên DYE’yê ev daxuyanî da:

‘’Hêzên me yên behrî, baregehên leşkerî yên DYE’yê yên li herêmê bi moşekan hedef girtine û bersiv dane êrîşan.’’

DYE: ME BERSIV DA ÊRÎŞÊN ÎRANÊ

Her wiha hate ragihandin ku Îranê roja Înê bi rêya balafirên bêmirov êrîşî hin keştiyên DYE’yê yên barkêşiyê yên sivik, kiriye. DYE’yê ev êrîş weke binpêkirineke eşkere pênase kir.

Duh bi şev Fermandariya Hêzên Navendî yên DYE’yê (CENTCOM) diyar kir ku wan li hemberî êrîşeke ÎHA’yan a li ser keştiyeke bazirganiyê, hin xalên aîdî Îranê yên moşek û balafirên bêmirov hedef girtine.