Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

Mihrîcana Jinan a Zîlanê ya di sala 2004’an de li gel dirûşmeya ‘’Jin Sînoran Derbas Dikin’’ dest pê kir, îro veguheriye qadeke hevgirtineke navneteweyî ku bi hezaran jin berê xwe didinê. Mihrîcan wê li bajarê Dortmundê were lidarxistin.

MIHRÎCANA ZÎLAN

Mihrîcana Jinan a Şehîd Zîlan ku cara ewil di sala 2004’an de li gel dirûşmeya ‘’Jin Sînoran Derbas Dikin’’ hate lidarxistin, wê îsal di 20’ê Hezîranê de li bajarê Dortmund ê Elmanyayê li gel şîara ‘’Niha dema jinan e, jin jiyaneke azad dihûnin’’ were lidarxistin.

Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (YJK-E) Kezban Dogan têkildarî girîngiya dîrokî û amadehiyên 20’emîn Mihrîcana Jinan a Şehîd Zîlan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

MÎRATEYA BERXWEDANA 20 SALÎ

Kezban Dogan diyar kir ku ji roja ku Mihrîcana Jinan a Zîlan derketiye holê heya niha bes ne mihrîcaneke çandî ye, mihrîcan di nava salan de veguheriye sembola meşa azadiyê ya sînor derbas kirine, îradeya birêxistinkirî û bîra hevpar û ev yek anîn ziman: ‘’Mihrîcan, ji salên ku Tevgera Azadiyê dest bi têkoşînê kir û heya sala 2004’an li gel yekbûna ked û bedêlên dayikên me û hevrêyên me yên jin bû nasnameyeke polîtîk. Ev rêwitiya ku li gel dirûşmeya ‘’Jin Sînoran Derbas Dikin’’ dest pê kir, roja îroyîn veguheriye dîrokeke berxwedana jinan a 20 salî. Roja îroyîn ji bilî Elmanyayê ji Belçîka û Hollandayê bi hezaran jin di vê mihrîcanê de tên ba hev. Mihrîcan bes ne ya jinên Kurd e. Veguheriye qadake hevgirtina navneteweyî. Tişta sereke ya ku neguheriye jî ruhê mihrîcanê ye. Sala 2004’an serdemeke tesfiyekirinê bû. Mihrîcan jî li dijî tesfiyekaran meşa li ser xeta Zîlan û û bidestxistina vî ruhî bû. Ew ruh, baweriya ji azadiya jinan re ye, berxwedan e, birêxistinbûn e. Xeta têkoşînê ye ku ji aliyê Sakîne Cansizan, Bêrîtanan û Zîlanan hatiye afirandin.’’

JI BO JINAN QADA HEVGIRTINÊ YE

Kezban Dogan piştre bal kişand ser têkariyên mihrîcanê yên ji bo jinên ku neçar mane dûrî welatê xwe bijîn û got: ‘’Jiyana koçberî û sirgûnê ji aliyê jinan ve zehmetiyên piralî diafirîne. Hûn neçar dimînin ku bi darê zorê ji welatê xwe dûr bikevin. Gelek jinên li Ewropayê dijîn, hem bi polîtîkayên bişaftinê hem jî bi tenêmayîna civakî re rû bi rû dimînin. Dîsa zîhniyeta mêrên serdest û tundî li Ewropayê gelekî zêde ne. Jin dibînin ku ew li vir bi tenê nînin. Girêdayî vê yekê mihrîcan ji bo jinan bûye nefesek, aîdîyet û qadeke birêxistinbûnê. Bi saya mihrîcanê bi hezaran jinan hevûdu nas kir. Torên hevgirtinê ava kirin, di meclîsên jinan û xebatên sazîmanî de cih girtin. Gelek jin li vir dubare xwedî li zimanê xwe derketin. Gelek jinan li vir cara ewil Kurdbûna xwe û têkoşîn nas kirin. Di avakirina civaka demokratîk de rola jinan a pêşeng diyarker e. Dirûşmeya mihrîcanê tam jî behsa vê rola dîrokî dike.’’

BERNAMEYA MIHRÎCANÊ

Di mihrîcana ku wê konser, pêşandanên gelêrî, çalakiyên dikê, axaftin û gelek aktîvîteyên çandî werin lidarxistin de wê hunermendên weke Hanî, Eylul Nazlier, Eylem Kulahçi, Pia Def Ensembel û Helbest Arî derkevin ser dikê. Di çarçoveya bernameyê de wê qada zarokan a Zarok Ma û berhemên hunermêndên jin yên Astare Art-Hunermendên JIN cih bigirin.

Mihrîcan wê di saet 09.00’an de li Cadeya Remydamm Victor-Toykayê (P1/P2) 44139 Dormundê dest pê bike.

JI BO AZADIYÊ GIRÊKEKE DIN

Kezban Dogan bang li hemû jinan kir ku beşdarî mihrîcanê bibin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Em di wê baweriyê de ne ku li gel mezinbûna yekîtiya jinan wê jiyana azad jî mezin bibe û Mihrîcana Jinan a Zîlan jî wê bibe yek ji hevdîtina herî bihêz a vê meşa azadiyê ya hevpar. Di serî de jinên Kurd ên li Elmanya, Belçîka û Hollandayê dijîn em hemû jinên ku ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê têdikoşin vedixwînin mihrîcana xwe. Werin em bi hev re li gel dirûşmeya ‘Niha dema jinan e, jin jiyana azad dihûnin’ ji bo azadiyê girêkekê biavêjin.’’