Li Yemenê di operasyona bi piştgiriya Siûdî Erebistanê de herî kêm 80 kes mirin

Hat ragihandin ku li başûrê Yemenê hêzên bi piştgiriya Siûdî Erebistanê operasyon dan destpêkirin û di encamê de herî kêm 80 şervanên girêdayî Konseya Derbasbûnê ya Başûr a serbixwe jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya AFP’ê, çavkaniyeke leşkerî ragihand ku operasyon ji roja îniyê û vir ve didome û herî kêm 80 şervan mirin. Têkildarî vê yekê ji çavkaniyên cuda agahî nehat wergirtin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di şer de ji refên Konseya Derbasbûnê ya Başûr herî kêm 152 kes birîndar bûne, 130 kes dîl hatine girtin û aqûbeta nêzî 500 şervanan nayê zanîn.

Operasyon bi êrîşên hewayî yên ku hêzên hewayî yên Siûdî Erebistanê li dijî kampên di bin kontrola Konseya Derbasbûnê ya Başûr de pêk anîn, destpê kir.