Li Tehranê jina Kurd Robîna Emînyan hate qetilkirin

Hat diyarkirin ku li Tehranê xwendekara Koleja Şerîatê, Robîna Emînyan ji aliyê hêzên rejîmê ve hate qetilkirin.

ROBÎNA EMÎNYAN

Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî qetilkirina jinek ciwan a Kurd a ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve agahiyan parve kir.

Li gor agahiyên hatine parvekirin, jina ciwan a Kurd ya bi navê Robîna Emînyan li nêzî Zanîngeha Buheşt a Tehranê di dema xwepêşandanan de, bi awayek rasterast ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin.

Hatiye diyarkirin ku jina ciwan Robîna Emînyan, xelkê bajarê Merîwan bû lê li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê jiyan dikir. Ji bo xwendina bilind li Tehranê dixwend, xwendekara Koleja Şerîatê ya Tehranê bû.

Hatiye gotin ku hêzên rejîmê rê nedane cenaze radestî malbatê were kirin, lê malbatê bi rengek veşartî cenazeyê keça xwe revandine.

Li gor heman agahiyan, dema malbat ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe serdana nexweşxaneyek Tehranê dike, dîtine ku gelek cenaze li nexweşxaneyê hene û piraniya wan ciwan in û di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin.