Li Iraqê operasyonên li dijî DAÎŞ'ê: 6 çete hatin girtin

Li Kerkûk, Nînowa û Bexdayê di operasyonan de 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. Li ser sînorê Selahadîn û Kerkûkê jî operasyona paqijkirinê hate destpêkirin.

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gel hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê çend rêze operasyon li deverên cuda yên Iraqê lidarxistine.

Hate diyarkirin ku di encama operasyonan de li bajarê Kerkûkê 4 çeteyên DAÎŞ'ê ku karê veguhestin û lojîstîkê dikirin, hatin girtin. Di encama du operasyonên cuda de, li Musil û Bexdayê du çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi hevkariya li gel Rêveberiya Operasyonên Asayîşa Herêma Kurdistanê û Hêzên Komando yê Silêmaniyê operasyonên lêgerîn û paqijkirina paşmayên çeteyên DAÎŞ'ê de, li parêzgeha Kerkûk û Çiyayên Hemrîn yê ser bi parêzgeha Selahedîn, hatin lidarxistin.

Hêjayî gotinêye ku di heftiya borî de çeteyên DAÎŞ'ê êrişî gundek li sînorê parêzgeha Selahedîn kiribûn û Encûmenê berê yê gund qetilkiribûn.