Li gorî çavkaniyên herêmî piştî êrîşê, hêzên Saraya Selam êrîşî nuqteyên Asaib Ehil el-Hak kirin. Hat ragihandin ku li Mîsanê baregeha Asaib Ehil el-Hak a di bin lîdertiya Qeys Xezelî de bi çekên giran hatiye hedefgirtin. Hat diyarkirin ku şer di nava demek kurt de belavî herêmên cuda yên bajêr bûye.
QEDEXEYA DERKETINA DERVE
Piştî ku tundî zêde bû, hêzên ewlehiyê yên Iraqê li seranserî Mîsanê qedexeya derketina derve ragihand. Li gelek nuqteyên wîlayetê wesayîtên zirxî û yekîneyên taybet hatin sewqkirin, tedbîrên ewlehiyê di asta herî jor de hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Saraya Selam, hate piştrastkirin ku fermandar Huseyîn Allak hatiye kuştin. Hîna rayedarên fermî têkildarî faîlên bûyerê, ti daxuyanî nedan. Tê ragihandin ku li herêmê tengasî didome.