Li girtîgehên Îranê çalakiyên li dijî darvekirinê dewam dikin

Li girtîgehên Îranê çalakiya "Sêşema li dijî darvekirinê" di hefteya 127'emîn de li 57 girtîgehên cuda dewam kir.

Koma Kampanya 'Sêşema na ji darvekirinê re' li ser hefteya 127'emîn a çalakiya li 57 girtîgehên Îranê dewam dike, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rêveberiya otorîter a li desthilatdariyê mekanîzmaya zext û înfazê bi dewam dimeşîne.

Li gorî daxuyaniyê, ji meha Gulanê heta bi Hezîranê nêzî 140 kes ji aliyê rejîmê ve hatin darvekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, koma kampanyayê û girtiyên siyasî wê her Sêşemê greva birçîbûnê dewam bikin û heta têkoşîna wan bi ser bikeve wê li ber xwe bidin.