Li Îranê zext û gefên li dijî gel dewam dikin
Li Îranê zextên li ser beşên cuda yên civakê dewam dikin. HRANA'yê işaret bi gefên cezayê girtîgehê û binçavkirinê yên li hemberî welatiyan kir.
Li Îranê zextên li ser beşên cuda yên civakê dewam dikin. HRANA'yê işaret bi gefên cezayê girtîgehê û binçavkirinê yên li hemberî welatiyan kir.
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (Human Rights Activists News Agency-HRANA) ku navenda li wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye, têkildarî binpêkirina mafên mirovan a li Îranê ya li hemberî beşên cuda yên civakê raporek weşand.
Hate diyarkirin ku di dema lidarxistina merasîma Çileyê ya Meysam û Mucteba Weysî de yên ku bi guleyên rasterast ên hêzên rejîmê de hatibûn qetilkirin, hêzên çekdar du kes ji endamên malbata her du birayan, bi navên Ferwed Weysî û Ferhad Xefûrîzade binçavkirine. Li gorî agahiyan Ferwek Weysî û Ferhad Xefûrîzade xelkê Kirmaşanê ne û ji ola Yarsanin, piştî hatine binçavkirin ber bi cihekî nediyar hatine birin.
Hate destnîşankirin ku her wiha li bajarê Mihabadê jî du welatiyên Kurd bi navên Mistefa Îbrahîmî û Kemal Pîranpûr ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin û dadwerê Mihabadê tu agahî û daxuyaniyekê neda malbatên binçavkiriyan.
Di heman raporê de hate ragihandin ku 26 welatiyên Behayî ku ji sala 2016’an ve dosyaya ewlehiyê ji bo wan hatibû vekirin, piştî berdanê careke din ji bo dadgehê hatine bangkirin û ji bo sepandina cezayan ketine bin zextên giran ên dadweriyê.
Li gorî raporê, di xwepêşandanên dawî de 18 welatiyên ku Erebên Sunîne li Ahvazê hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku piraniya wan zarok û ciwanin, lê heta niha nasnameya wan nehatiye piştrastkirin.