Li Îranê xwendekar jî tevlî çalakiyên esnafan bûn

Li Îranê bi krîza aborî re çalakiyên civakî jî li seranserî welêt belav dibin. Xwendekarên zanîngehê jî tevlî protestoyan bûn.

LI ÎRANÊ ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ

Duh li Rojhilatê Kurdistan û Îranê karmend, mamosta, kedkar, welatî û çalakvanên siyasî, dijî gendelî, rewşa xirab a aborî, darvekirin û ji bo daxwazên xwe daketin qadan û li ber derê walitiyên gelek bajaran kom bûn.

Hat ragihandin nerazîbûn di roja xwe ya duyem de didomin, lê hêzên dewleta Îranê li dijî xwepêşanderan tundiyê bikar tînin. Li gorî agahiyan gelek kes hatine binçavkirin û di dema binçavkirinê de êşkence li gelek kesan hate kirin.

Her wiha tê gotin, xwendekarên zanîngehên Şerîf, Tehran, Şehîd Beheshtî, Hacih Nasir, Îsfehan û Yezdê jî çalakiyên mezin li dar dixin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek parve kir. Di peyamê de ferman da Wezîrê Karên Hundir ku bi nûnerên protestoyan re hevdîtinê bikin. Pezeşkiyan got: “Di pergalên pere û bankavaniyê de em ê ji bo reforman gavan biavêjin. Debara mirovan, fikara min a rojane ye. Hikûmet, ji bo çareseriya pirsgirêkan bi hemû hêza xwe dixebite.”