Akademîsyena Aştiyê Dr. Zelîha Burcu Acar ku "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" nirxand, diyar kir ku Tirkiye di warê demokrasî û hiqûqê de di nav krîzeke mezin de ye. Acar, anî ziman ku çareseriya mayînde tenê bi qanûnan pêk nayê; ji bo vê yekê divê hemwelatiya wekhev, serweriya hiqûqê û çanda aştiya civakî werin bihêzkirin.
Zelîha Burcu Acar da zanîn ku ji destpêka pêvajoyê heta niha dewlet gavek şênber neavêtiyê û got ku piştî pêvajoya aştiyê ya salek û nîv hê gav nehatine avêtin û hêviyên gel nehatine bi cih anîn. Acar, diyar kir ku biryarên DMME'yê nayên sepandin û binpêkirina mafên girtiyên siyasî, bi taybetî jî yên Doza Kobanê berdewam dike. Zelîha Burcu Acar, anî ziman ku Tirkiye ji aliyê demokrasî û serxwebûna dadgehan ve di demekî zehmet re derbas dibe.
Acar got, "Ez difikirim ku ji bilî DEM Partiyê, partiyên siyasî taybetmendiya xwe ya siyasî winda kirine" û her wiha anî ziman ku di navbera desthilatdarî û muxalefeta sereke de ferqeke mezin nemaye û got, "Dema em li nêzîkatiya wan a ji bo pêvajoya aştiyê dinêrin, eşkere ye ku ji bo her du aliyan jî armanca sereke ne aştî ye."
Acar rexneyên xwe yên li ser muxalefetê bi van gotinan domandin, "Ez di navbera 'qeyûm' ê ku ji bo partiya muxalefeta sereke hatî tayînkirin û serokê 'hilbijartî' de, di dîtina ferqeke îdeolojîk û siyasî de zehmetiyê dikişînim."
‘DI BIN NAVÊ HESASIYETA RAYA GIŞTÎ YA TIRK DE PÊVAJO JI ÇARÇOVE Û WATEYA XWE TÊ DERXISTIN’
Zelîha Burcu Acar got ku pêvajoya aştiyê bi gotina “hesasiyeta raya giştî ya Tirk” ji çarçove û wateya xwe ya rastî tê dûrxistin û diyar kir ku partiyên muxalîf ne aştiyê, siberoja xwe ya siyasî esas digirin. Acar, ev axaftin kirin, "Hemû partiyên siyasî vê meseleyê ji ser xwe diavejin û hewl didin siberoja xwe misoger bikin."
Akademîsyen anî ziman ku naveroka qanûnên ji bo aştiyê nayê nîqaşkirin, li şûna vê yekê hesabên siyasî derdikevin pêş. Acar, diyar kir ku her çend aliyên wekhev ên pêvajoya li Tirkiyeyê bi pêvajoyên din ên aştiyê re hebin jî, dînamîkên wê cuda ne. Acar got, "Bi têkoşîneke di nav şert û mercên pir zehmet de em gihîştin van rojan. Ji ber vê yekê divê mirov di bin her şertî de xwedî li fikra aştiyê derkeve."
Acar bi bîr xist ku ji ber îmzeya xwe ya li ser danezana aştiyê ji karê xwe hatiye dûrxistin û wiha axivî, "Daxwaza min a herî mezin ev e ku ez vegerim cem xwendekarên xwe û zanîngeha xwe. Tevî kêmasiyên di pêvajoyê de jî, ez ê her dem li aliyê aştiyê bim."
‘JI BO PÊVAJOYÊ REWŞA ABDULLAH OCALAN GIRÎNG E"
Akademîsyena Aştiyê got ku hin nirxandinên li ser pêvajoya aştiyê, rastiyê berovajî dikin û diyar kir ku aliyên pêvajoyê zelal in û nabe ku rola Rêber Apo neyê dîtin.
Acar anî ziman ku divê gotinên li dijî aştiyê û rexneyên li ser pêvajoyê ji hev werin cihêkirin û got, "Şîroveyên ku gavên ji bo aştiyê tenê bi hesabên siyasî ve girê didin, ne rast in." Acar, bal kişand ser vê yekê ku aliyên pêvajoya aştiyê diyar in û got, "Tevgera ku biryara danîna çekan dide, bi eşkere dibêje ku îradeya wan Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê, şert û mercên xebatê û rewşa Ocalan parçeyekî girîng ê vê pêvajoyê ye."
Acar diyar kir ku nîşandana pêvajoyê ya wekî ku di navbera partiyên siyasî de dimeşe ne rast e û wiha axivî, "Pêvajoya aştiyê di navbera DEM Partiyê û partiyeke din de dest pê nekiriye. Kî ev pêvajo daye destpêkirin û kî xwedî lê derdikeve, eşkere ye."
Acar anî ziman ku ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet divê têkiliya navbera dewleta Tırik û Rêber Apo bi rengekî zelal were pênasekirin û got, "Eşkere kirina vê armancê, yek ji şertên pêşîn ên aştiyeke bi rûmet e."
Acar diyar kir ku berjewendiyeke taybet a gelê Kurd ji aştiyê nîne û got, "Kurd ji pêvajoyê aştiyê tenê dixwazin ku werin naskirin û wekî hemwelatiyên wekhev werin qebûlkirin. Yek ji sedemên sereke yên dubendiya civakî jî paşguhkirina vê daxwazê ye."
‘HILWESTA PARTIYÊN SIYASÎ YÊN JI BILÎ DEM PARTIYÊ, HÊVIYÊ NADIN’
Zelîha Burcu Acar, behsa helwesta partiyên siyasî jî kir û got ku partiyan sekna xwe ya îdeolojîk winda kirine û bi hesabên siyasî yên demkurt tevdigerin.
Acar diyar kir ku ev rewş muxalefeta civakî jî qels dike û wiha axivî, "Heke mirov li dijî rêveberiya otorîter a bêhilbijartin derkeve, divê partiyên siyasî dev ji hesabên berjewendîperest berdin. Divê têgihîştina 'çi dibe bila bibe ez li ser peywirê bim' were terk kirin."
Acar anî ziman ku şerê Kurd û Tirk rê li ber piştgiriya civakî digire û got, "Yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşberî mijarên wekî têkoşîna çînî û newekheviya dahatê, şerê Kurd û Tirk e. Pêşdarazî û dijminahî rê li ber têkoşîna hevpar digire."
Akademîsyen Acar, bal kişand ser vê yekê ku aştî di demeke kurt de pêk naye û got, "Civakîbûna aştiyê pêvajoyeke dirêj e. Lê belê ev yek, ji bo çareseriya gelek krîzên ku welat tê de ye gava herî girîng e."
Acar diyar kir ku li Tirkiyeyê û li cîhanê krîza demokrasiyê heye û got ku li welat hiqûq her ku diçe qelstir dibe. Acar got, "Bêhiqûqiya ku îro tê jiyîn ne tesadûf e. Pêdivî bi têkoşîneke berfirehtir a demokrasî û aştiya civakî heye.
Siyasetmedar demkî ne, tên û diçin. Lê fikra aştiyê mayinde ye. Ji ber vê yekê divê siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û rojnamevan bêyî ferqa Kurd an Tirk bikin, bi berpirsiyarî nêzî aştiyê bibin."