Iraqê hişyariya Helebê da: Pevçûn dikarin rasterast bandor li Iraqê bike

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên diyar kir ku ji ber êrîşên li ser qadên sivîlan ên li Helebê bi hezaran Kurd ji cihên xwe hatine kirin û hişyarî da ku ger pevçûn dewam bikin, wê rasterast bandor li ser Iraqê jî bike.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên, bi rêya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan El-Siûd têkildarî êrişên çeteyên HTŞ’ê yên li ser taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê axivî.

Fûad Husên got; “Em nîgeraniya xwe ya kûr li ser êrişên ku li ser deverên sivîl û malên wan yên Helebê têne kirin, ku bûne sedema koçberbûna bi hezaran welatiyên Kurd ji malên xwe, nîşan didin.

Divê şer raweste û danûstandinên di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD) de ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêşîgirtina li tunduyê berdewam bikin.”

Wezîrê Karên Derve Fûad Husên tekezî li ser girîngiya hewldanên hevbeş ji bo rawestandina êrişên li ser sivîlan û piştgiriya ewlehî û aramiya li Sûriyeyê kir û hişyarî da ku eger ev êrişane bidomin dê bandorek rasterast li ser rewşa Iraqê jî bike.”

Iraq û Erebistana Siûdî tekezî li ser pêwîstiya têkiliyê bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re kirin da ku bi awayekî cidî li ser pêşketinan nîqaş bikin û pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikin.”