Iraqê hişyarî da welatiyên xwe: Neçin Îranê
Tê gotin, Wezareta Karên Derve ya Iraqê welatiyên xwe hişyar dike ku serdana Îranê nekin.
Tê gotin, Wezareta Karên Derve ya Iraqê welatiyên xwe hişyar dike ku serdana Îranê nekin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyek ji Wezareta Karên Derve ya Iraqê, Iraqê welatiyên xwe hişyar kiriye ku serdana Îranê nekin.
Hate diyarkirin ku Iraqê bang li welatiyên xwe kiriye ku ji ber aloziyên li piraniya bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî di rojên pêş de, serdana Îranê nekin.
Hêjayî gotinêye ku di vîdeoyek ku hatiye belavkirin de tê dîtin welatiyek ji parêzgeha Besrayê dema ku ber bi Îranê ve diçe ji aliyê çekdarên Îranî ve tê revandin. Çekdaran bi saturê gef li malbata welatî xwarine ku fîdiye xwestine.
Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandanan destpêkirine. Xwepêşandanên ku di roja 13’an de didomin, tevî hemû zext û êrişên rejîma Îranê her ku diçe berfirehtir dibin.